Di nava gola avdanê de cenazeyek hate dîtin 2022-06-29 13:27:20   WAN - Li navçeya Qelqeliya Wanê cenazeyekî ku tê payîn yê penaberekê ye, hate dîtin.   Li gor agahiyên ku hatine bi dest xistin; li gundê Axrûka Jor ê navçeya Qelqeliyê ya Wanê di nav gola avdanê de welatiyên ku xwestine ji xwe re masiyan bigirin cenazeyê zilamekî dîtin. Cenazeyê ku hatiye dîtin ji bo karûbarên otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Qelqeliyê. Tê payîn ku cenazeyê hatiye dîtin yê penaberekî ye.