36 kes 3 roj in di bin çavan de ne 2022-06-29 15:50:21   EDENE - Polîsan navenda wê Edene li 5 bajaran bi ser malan de girtin û 36 kes binçavkirin. Kesên hatine binçavkirin 3 roj in di bin çavan de ne.    Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê di çarçoveya lêpirsîna derbarê Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê de di 27’ê hezîranê de derbarê 38 kesan de biryara binçavkirinê da. Di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Edene, li Mêrdîn, Mêrsîn, Wan û Amedê bi ser gelek malan de hate girtin û 36 kes hatin binçavkirin. Kesên li bajarên din jî hatin binçavkirin di heman rojê de anîn Edeneyê. Piştî biryara sînordarkirina dozgeriyê ya rojekê parêzeran duh karî bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin.    Di çarçoveya dosyaya hêj biryara veşartinê li ser heye de, îfadeya 36 kesên di bin çavan de hêj nehatiye wergirtin û 3 roj in li miduriyeta polîsan tên ragirtin. Navên kesên di bin çavan de wiha ne: Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Helîn Kaya û Mehmet Karakiş, endamên PM’ê yê HDP’ê Abdurrahman Oral û Ahmet Yildiz, Hevberdevkên DBP’ê yên Herêma Çûkûrovayê Şîlan Turga û Enver Guler, Cîgira Serokê Şaredariya Seyhanê Fûnda Bûyrûk û xebatkarên Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê Îlyas Arzû, Mûrat Gurbuz, Suat Ekîn û Jiyan Savci, Rêveberê HDP’a Edeneyê Ahmet Akdogan, Endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê Mazlum Gok, aktîvîstên TJA’yê Emetûllah Akçaray û Sever Ûzûn, Hevseroka Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirine ya Akdenîzê (AYKAY-DER) Suphiye Bayav û Jiyan Aslan, Mahsum Ûzûn, Zîlan Çîçek, Mehmet Sarûhan, Hayrettîn Oz, Mehmet Saît Dîkmen, Vakkas Dûrgût, Evîn Ozbay, Dîlan Yîğît, Gulbahar Akman, Yaşar Akman, Mehmet Solmaz, Bedrî Şengul, Zîlan Taş, Ayşe Solmaz, Mehmet Aykût, Ramazan Demîrhan, Serokê Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê Abdullah Ayav, Ayşe Irmak û kesekî navê wî nehat zanîn.