AYM’ê ji bo Muharrem ê biçûk biryara xwe da 2022-06-29 16:22:01   WAN - AYM’ê derheqê serlêdana ji bo pitikê bi navê Muharrem Taş ê 2 salî ku bavê wî cenazeyê wî li pişta xwe kiribû, biryara xwe da. AYM’ê diyar kir ku serlêdêran ji bo îdiaya binpêkirina mafê jiyanê û mafê parastina hebûna madî û manewî hemû rêyên hiqûqî neceribandine û wan jî bi vê sedemê serlêdan red kiriye.   Pitikê bi navê Muharrem Taş ê 2 salî di 1’ê sibata sala 2014’an de li Mezraya Çelî ya Taxa Dîm a girêdayî Payîzava ya Wanê nexweş bûbû û ji ber ku rêya wan bi berfê hatibû girtin, malbata wî nekarîbû bibe nexweşxaneyê û jiyana xwe ji dest dabû. Derheqê mirina Taş de li Dadgeha Makeqanûnê (AYM) serlêdan hatibû kirin û AYM’ê biryara xwe da. AYM’ê diyar kir ku serlêdêran ji bo îdiaya binpêkirina mafê jiyanê û mafê parastina hebûna madî û manewî hemû rêyên hiqûqî neceribandine û wan jî bi vê sedemê serlêdan red kiriye.   LÊ TESPÎT KIR   AYM’ê di biryara xwe de wiha got: “Bêguman divê ji bo rewşên lezgîn ên alîkariya tibbî, li gorî rewşa erdnîgariyê û şert û mercên demsalê her tim ambûlansên guncav amade bin. Lê belê di halê heyî de ev yek nehatiye kirin. An jî ji bo deverên ku di hinek wextên salê de ji ber berfê rê tên girtin hewceye tevdîr bên girtin lê nehatine girtin. Li gel îdiayên binpêkirina mafê hebûna maddî û manewî, di heman demê de îdiaya binpêkirina aliyê madî yê mafê jiyanê jî di doza qerebûya kargerî ya li Dadgeha Kargerî de hatiye vegotin. Lê belê hêj hemû rê nehatine ceribandin, serlêdana şexsî hatiye kirin. Ji bo ku bikarin serî li AYM’ê bidin, divê rêyên qanûnî tevek jî bên ceribandin. Piştî ceribandina van rêyan, aşkera ye ku dê binpêkirina mafê parastina hebûna maddî û manewî were nirxandin.”