Zeytûn: Pergala Îmraliyê divê bê rakirin 2022-06-30 09:01:37   AMED - Serokê ÎHD'a Amedê Abdullah Zeytûn ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hevdîtinê bi parêzerên xwe û malbata xwe re bike bang li Wezareta Dadê kir û got: "Pergala Îmraliyê divê bê rakirin."    Bi tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, serlêdanên ji bo hevdîtinê yên parêzeran û malbatê di bin navê "cezayên dîsîplînê" de tên astengkirin. Ji ber vê 775 parêzerên li ser 29 baroyan qeydkirî çend hefte berê li dijî astengiyên li ber hevdîtina bi Ocalan û girtiyên din Veysî Aktaş, Hamîlî Yildirim û Omer Hayrî Konar re yên di Girtîgeha Îmraliyê de serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabû.    Ji van 775 parêzeran Serokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê Abdullah Zeytûn destnîşan kir ku tu hêleke hiqûqî ya tecrîda li Îmraliyê tune ye.    Zeytûn diyar kir ku li Tirkiyeyê hiqûq wekî amûreke tepisandin û çewisandinê tê bikaranîn û ev yek di şexsê Îmraliyê de wekî pratîkeke rêvebirinê tê domandin û wiha got: "Em parazvanên mafên mirovan wekî hemû girtiyan me ji bo parastina mafên qanûnî û esas girtina wan ên ji bo birêz Ocalan û her sê girtiyên din ên li Îmraliyê me serlêdan kir. Me di vê serlêdanê de destnîşan kir ku divê ev maf bên parastin û divê karibe hevdîtinê bi parêzerên xwe û malbata xwe re bike."    ‘REJÎMA ÎNFAZÊ YA LI GOR KESEKÎ'   Zeytûn destnîşan kir ku biryarên ku li Îmraliyê tên dayîn xwe nasipêrin tu hikm û biryareke darazî. Zeytûn bi lêv kir ku rayedarên îdarî biryarên kêfî, bêhincet û derhiqûqê didin û got: "Em bi biryarine kêfî yên îdareyê yên li gor polîtîkayên siyasetê tên dayîn re rû bi rû ne. Hem birêz Ocalan hem jî girtiyên din bi vê rewşê re rû bi rû ne. Bêguman ev mesele, meseleyeke mafê mirovan e. Parastina hemû mafên bingehîn ên girêdayî hiqûqê wekî hemû girtiyan ji bo birêz Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê jî derbasdar in. Rejîma înfazê ya li gor kesekî bi tu awayî nabe cihê nîqaşê li bara parazvanên mafên mirovan û têkoşîna me ya ji bo parastina mafên girtiyan didome."    'DÊ SERLÊDANÊN ÎHD'Ê BIDOMIN'   Zeytûn da zanîn ku têkildarî hevdîtina bi parêzeran û malbatê re li qada neteweyî hin hewldanên wan hene û li ser daxwaza malbatan, ew wek ÎHD dem bi dem serî li Wezareta Dadê didin. Zeytûn destnîşan kir ku dê serlêdanên xwe yên di vî warî de bidomînin û bal kişand ser serlêdana li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya ji bo "cezayê muebeda giran" ê li Ocalan hatiye birîn. Zeytûn diyar kir ku ew vê pêvajoyê jî dişopînin û got, li gor peymanên navneteweyî yên ku îmzeya Tirkiyeyê jî li bin wan heye, Tirkiye divê berpirsiyariya xwe ya di vî warî de pêk bîne.    Zeytûn anî ziman ku 3 meh cezayê qedexekirina hevdîtinan di warê hiqûqî û qanûnî de ne biryareke qedexekirinê ye û wiha berdewam kir: "Piştî sala 2019'an tenê di Adara 2021'ê de derî hevdîtineke rûtîn (hevdîtina bi telefonê) hevdîtinek hatibû kirin. Lê ji wê çaxê bi tu awayî xeber ne ji wî ne jî ji yên cem wî tê girtin. Helbet di vir de ya ku qanûnê binpê dike pêkanîneke ku mewzûata ceza û rêgezên hiqûqê yên mirovî yên navneteweyî xera dike."    'PERGALA ÎMRALIYÊ DIVÊ BÊ RAKIRIN'    Zeytûn diyar kir ku biryar û pêşniyarên DMME'yê û Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) tune tên hesibandin û got: "Demildesr divê parêzerên Ocalan û xizmên wî hevdîtinê pê re bikin, rejîma înfazê ya Îmraliyê pergala wê ya li ser esasên tecrîdê û kêfiyetê demildest divê bê rakirin."    'EV PÊKANÎNA KÊFÎ DIVÊ BI DAWÎ BIBE'   Zeytûn destnîşan kir ku bidawîbûna vê rejîma înfazê ya li dijî standar û normên navneteweyî peywira hemû parêzvanên mafan û hiqûqê ye û bang li Wezareta Dadê kir ku demildest dawî li vê pêkanîna kêfî bîne.    MA / Mujdat Can