'Huner guh nade tu astengiyan' 2022-06-30 09:03:40   AMED - Hevserokê Komeleya Çand û Hûnerê ya Dîcleyê Celal Ekîn bal kişand ser êrişên dawî yên li ser komeleyê û got huner guh nade tu astengiyan û dê paş de gav neavêjin.    Di 27'ê hezîranê de di çarçoveya lêpirsîna têkildarî Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê de polîsan li Edene, Mêrsîn û Amedê avêtibûn ser gelek cihan. Polîsan li Edeneyê avêtibûn ser Navenda Çandê ya Binevşê û gelek malan, li Mêrsînê jî avêtibûn ser gelek malan û li Amedê jî avêtibûn ser Navenda Çand û Hunerê ya Dîcleyê.    Di çarçoveya lêpirsînê de derbarê 38 kesan de biryara binçavkirinê hatibû dayîn û ji van kesan 36 kes hatibûn binçavkirin. Her 36 kes 4 roj in di binçavan de ne.    Hevserokê Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê Celal Ekîn têkildarî avêtina ser Komeleya Çand û Hunerê ay Dîcleyê û Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê axivî.    Ekîn diyar kir ku polîsan saet di pêncê sibehê de avêtine ser komeleyê. Tekîn da zanîn ku polîs bêyî ku haya wan pê bixe avêtine ser komeleyê û wiha got: "Telefona me, navnîşana me diyar e. Gazî çilingar kirine û derî vekirine. Komeleyê belawela kiribûn. Di dawiyê de jî mifteya derî guherandine û mifte dane cînarê me û çûne."    ‘EM ÇI QAS DESTÛRÊ BIDIN HÛN EW QAS KURD IN’   Bi domdarî Ekîn destnîşan kir ku kesên ku bi awayekî demokratîk  dixwazin tiştinan biafirînin û ava bikin rastî êrişan tên û wiha axivî: "Pergal dibêje, ‘Em çi qas destûrê bidin hûn ew qas kurd in.’ Qanûnan derdixin û li gor xwe şîrove dikin û bi rê ve dibin." Ekîn bilêv kir ku saziya wan saziyeke demokratîk û li gor fermiyetê hatiye vekirin. Ekîn anî ziman ku lê ji ber ku ev sazî li gor feraseta wan hereket nakin êrişê dibins er wan.    Ekîn di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser hilbijartina ku dê bê çêkirin û wiha domand: "Salek din dê hilbijartin çêbibe. Desthilatê ji niha ve fêm kiriye ku dê biçe. Lewma êrişê dibin ser saziyên demokratîk, şanoyan, hunerê û dawetan qedexe û hunermendan binçav dikin û got: "Kîjan kurd ji bo azadiya civaka xwe tev bigere di cî de tên astengkirin."    ‘TU CARAN PAŞ DA GAV NAVÊJIN’   Ekîn di berdewamiya axaftina xwe de wiha pêde çû: “Di salên 90’an de digotin 'ziman û çandê kurdan tune ye.' Yê ku ev tişt digotin, ne merivên ji rêzê bûn, 'rewşenbîr' bûn. Lê zimanê kurdî û çanda kurdî li hember van pênaseyan û nêzîkatiyan bi berxwedanê û bedêlên giran rêyek ji xwe re dît. Îro ji helbestan bigire, heta zanist û lêkolînê bi sedan pirtûk tên çapkirin. Ne pergalê, gel bi xwe ew çêkirin. Çi qas girtin û avêtin ser saziyan, liv û tevgera di vî warî de jî ew qas zêde bû. Hunermend û rewşenbîrên li dû heqîqetê ne dê tu carî paş de gav neavêjin."   'HUNER GUH NADE TU ASTENGIYAN'   Di berdewamê de Ekîn bi lêv kir ku komeleyên jinan, komeleyên çandî, rojnamevan û rewşenbîr ji bo vivakê diafirînin û dibin dengê civakê û ev tişt anî ziman: "Lê pergal jî dixwaze wan kes û saziyan bide sekinandin û wan bitepisîne. Ev êriş li hember afirîneriya civakê ne. Lê çi dikin bila bikin, huner guh nade tu astengiyan. Di zindanê de jî ronahiya xwe dide der û pêwendiyê bi gel re datîne."    Ekîn diyar kir ku li komeleyê atolyeyên wan ên hunerî hene û her şemiyê dîwana dengbêjan datînin û di dawiya hefteyê de jî çalakiyên cur bi cur li dar dixin. Ekîn di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Karê me ne ji bo aboriyê ye, hevalê ku vî karî dikin bi felsefeya loqmayek nên û îşligek dikin û li ber xwe didin. Em hêvi dikin ku gel xwedî li saziya xwe derkeve û tu carî wê bê xwedî nehêle."