‘Jiyana astengdaran kesên bajaran bi rê ve dibin zehmet dikin’ 2022-06-30 10:55:02   RIHA - Astengdarên ku li Rihayê ji ber pergalên bideng ên di trafîkê û veguhestina komelî û rûxalên di pêyarê de bên hîskirin nînin, nikarin ji malê derkevin, wiha gotin: “Jiyana astengdaran kesên bajaran bi rê ve dibin zehmet dikin.”   Li Rihayê astengdar di şertên zehmet de têkoşîna jiyanê didin. Astengdarên her tim tên paşguhkirin, di tu qadên cewariyê de nikarin cih bibînin. Li navçeyên navendî yên Halîliye, Karakopru, Eyyubiye hema bêje li ser tu peyarêyan rûxalên bên hîskirin, pergalên bideng ên di trafîkê û veguhestina komelî de nînin. Tevî van peyarêyên xerabe, nebûna rampeyan a di hin pêyarêyan de, nebûna pêlekana bielektrîk, nebûna tuwaletên astengdaran a li meydanên mezin bandoreke mezin li jiyana civakî ya astengdaran dike. Astengdarên ku derketina wan a malê ji wan re zehmet dibe, rêya 15 deqîqiyan 2 saetan diçin.    Serokê Komeleya Kûluba Sporê ya Astengdarên Dîtînê ya Şanli Osman Keskîn û endamê Şaxa Komeleya Îstîhdamê ya Mejîpiştê Servet Dag ên ew bi xwe jî astengdarên dîtinê ne, tiştên jiyane vegotin. Dag, ê bi qezaya trafîkê 23 sal in felca mejîpiştê derbas kir û nikare bimeşe, diyar kir ku nêzî 19 sal in bi komeke hevalên xwe ve li Rihayê ji bo ferdên astengdar têdikoşin.    NIKARIN BIÇIN TU DERAN   Dag, diyar kir ku weke astengdaran dema derdikevin navenda bajaran bi gelek pirsgirêkan re rûbirû dimînin û wiha got: “Dema em derdikevin derve nikarin peyarêyan bikarbînin. Pêyarêyên li navenda bajêr bi pirsgirêk in. Peyarêyên me bi pirsgirêk in. Şaredariya Rihayê li cihê avahiya xwe ya berê Xîveta Çayê Bajarêmezin çêkir. Lê ji ber rê bi pirsgirêk in em nikarin bikevin nav xîvetê. Rêyeke wisa çêkirine ku ne astengdarên dîtinê ne jî astengdarên kursiya bi teker bikartînin nikarin vê rêyê bikarbînin. Bi taybetî jî ji bo astengdarên dîtînê rewş gelek nebaştir e. Çal û astengî hene. Peyarêyên me ji holê hatin rakiarin. Em nikarin ATM’yên bankayan bikarbînin. Ji bilî hin bankayan em nikarin bikevin hemû bankayan jî. Em nikarin bikevin loqente, zêringir an telefonfiroşekî nava bajêr. Niha di navenda bajêr de lavaboyeke me jî tune ye. Em têkildarî vê pirsgirêkên mezin dikişînin. Em bi waliyê beriya niha re axivîn. Ez îro nikarim bi malbata xwe re derkevim derve li parkekê bigerim. Ji ber ku li pêşiya min her tim astengek heye. Ji ber vê yekê nezî ji sedî 50’yan astengdar nikarin ji malên xwe derkevin.”   ‘BILA QANÛN BÊN PÊKANÎN’   Dag, dazanîn ku dema ji rampeyekî pişt re hatiye sererast kirin de ket hestiyên parsûyên xwe şikandine, ji ber vê nêzî 9 mehan tedawî dîtî ye û wiha got: “Jiyana astengdaran kesên bajaran bi rê ve dibin zehmet dikin. Çawa ku kesên ne astengdar dikarin her derê bikarbînin divê em jî bi heman awayî her derê bikarbînin.” Dag, ji bo Qanûna Derbarê Astengdaran a bi hejmara 5378’an demildest bê pêkanîn bang kir.    ‘DIXWAZIN ASTENGDAR JÎ BÊN FIKIRÎN’   Dag, xwest ku berçav bibin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Em êdî dixwazin jiyana ferdên astengdaran bê hesankirin. Em nikarin bikevin mizgeftê jî. Hemû mizgeft tevî nû hatine çêkirin jî ketinên wan ne li gorî astengdaran e û girtine. Em dixwazin kesên bajêr bi rê ve dibin me jî bifikirin. Em dixwazin gazî me bikin û pirsgirêkên vî bajarî çareser bikin. Em dixwazin pêyarê li gorî me bên çêkirin. Em dixwazin di sererastkirinên ji bo bajêr tên kirin de ferdên astengdar jî bên fikirîn.”   REWŞA ASTENGDARÊN DÎTÎNÊ   Serokê Komeleya Kûluba Sporê ya Astengdarên Dîtînê ya Şanli Osman Keskîn jî bi lêv kir ku dema weke astengdarên dîtinê derdikevin derve bi gelek pirsgirêkan re rûbirû dimînin û wiha got: “Li ser pêyarêyan wesayît û tezgah tên sekinandin û xetên klavuzan nînin. Heke ew bên çêkirin wê ji me re hesantir be.” Keskîn, anî ziman ku dema xwestin biçin cihekî ji ferdên ne astengdar 2 qet zêdetir demê wan diçe û wiha axivî: “Em ji şaredariyan re jî radigihînin. Ew jî dibêjin dê çêbikin lê çênekirin. Em sê sal in pirsgirêkên xwe tînin ziman lê tu encam tune ye.”   MA / Ceylan Şahînlî