Li Tirkiyeyê jî nexweşiya kulilka meymûnê hat tesbîtkirin 2022-06-30 11:14:42   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca daxuyand ku li Tirkiyê yekem nexweşiya kulîlka meymûnê hatiye tesbîtkirin.    Piştî pandemiya Kovîd-19'ê derket û belav bû niha jî nexweşiya kulîlka meymûnê jî ket rojeva cihanê. Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê daxuyand ku piştî ku nexweşiya kulîlka meymûnê belavî 49 welatan bû li Tirkiyê jî ev nexweşîn di nexweşekî de hatiye tesbîtkirin.    Koca li ser hesaba xwe ya Twitterê daxuyanî da û diyar kir ku nexweşî li kesekî 37 salî peyda bûye û ji ber ku pergala parastina tenduristiya nexweş lewaz e, wî di bin muşehadeyê de digirin. Koca bi bîr xist ku nexweşî bi bêhnstendinê belav nabe, bi têkiliya fîzîkî belav dibe.    BANDORA NEXWEŞIYÊ    Dema nexweşiyê ya aktîfbûnê de di navbera 6 û 13 rojan de digûhere. Di destpêka nexweşiyê de sicirîna laş, serêşiya giran, werimîna tayên lenfê (lenfadenopatî), êşa piştê, êşa masûlkeyan, bêhalî tên dîtin.   KULÎLKA MEYMÛNAN ÇI YE?   Nexweşiya Kulîlka Meymûnê vîrûsekî herêmî ya ku li rojava û Afrîkaya navîn tê dîtin e. Wek cûreyekî baş a nexweşiya kulîlkê jî tê zanîn. Nexweşî yekem carê di lekolînên Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê (DYA) de li Navenda Pêşîlêgirtin û Kontrolkirina Nexweşiyan, di dema ku li ser meymûnan lêkolîn dikirin de hatibû dîtin.