Li Tarsûsê 19 kes hatin berdan 2022-06-30 12:36:58   MÊRSÎN – Ji 20 kesên di encama serdegirtinên malan de li Tarsûsê hatibûn binçavkirin 19 jê bi şertê kontrola edlî hatin berdan.    Di 22’yê hezîranê de polîsan li navçeya Tarsûs a Mêrsînê bi ser malan de girtin û 20 kes binçav kirin. Piştî kar û barên li midûriyeta emniyetê sewqî edliyeyê hatin kirin. Dozgeriyê piştî îfadeyê her 20 binçavkirî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” sewqî dadgehê kir. Dadgeriya Cezayên Silhê ji bo Ahmet Amutgan biryara girtinê û ji bo 19 binçavkiriyên din jî biryara berdana bi şertê kontrola edlî da.