Di Doza Kobanê de îtîrafên ‘Atlas’ û ‘Hermes’ peyvek jî neguherîn! 2022-06-30 13:09:58   ENQERE - Derket holê ku îfadeyên razber ê ku “şahidê veşarî ATLAS” li ser siyasetmedarên ji Doza Kobanê tên darizandin daye de û îfadeyên “şahidê veşarî HERMES” di 8’ê Adara 2021’an de dane heman îfade ne.    Danişîna 14’emîn a Doza Kobanê ku 22 jê girtî 108 siyasetmedar jê tên darizandin, di roja 3’yemîn de li Eywana Dadgehê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam dike.    Dadgeha Cezayê Giran a 22’yemîn a Enqereyê li dozê dinêre. Malbatên siyasetmedarên girtî û gelek parêzer dozê dişopînin.    Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê girtî ne li eywana danişînê amade bûn û siyasetmedarên li girtîgehên cuda jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê hatin kirin.    ÎTÎRAZÎ GUHDARIYA ŞAHID KIRIN    Danişînê bi xwendina nasnameyan û ewraqên li dosyeyê hatine zêdekirin dest pê kir. Di danişînê de biryar hat dayîn ku li “şahide veşarî ATLAS” were guhdarîkirin. Parêzer têkildarî biryarê axivîn û diyar kirin ku divê ji bilî çarçoveya dosyeyê ji şahide veşarî pirs neyên kirin.    Piştre Hevseroka Giştî ya DBP’ê ya berê Sebahat Tuncel ku girtî ji dozê tê darizandin axivî û destnîşan kir ku heta ku darizandin neqede guhdariya li şahid bêrêbazî ye û got: “Hûn bi biryara navberê viya qebûl nakin lê bele tişta ku hûn dikin bêhiqûqî ye. Di şahidên din de jî hat dîtin ku tu eleqeya şahidan bi bûyeran re nîne lê belê di dosyeyê kirine yek de beyanên xwe eşkere dikin. Em li dijî vê jî îtîraz dikin.”    Parêzer Cîhan Aydin jî anî ziman ku ew dixwazin hîn bibin ku kîjan şahid dê kîjan rojê were guhdarîkirin û ji bo pirsên rast werin kirin divê ew xwe bigihînin îfadeyên şahid û ji bo mafê parastinê ev şert e.    Hevşaredara Amedê ya berê Gultan Kişanak jî diyar kir ku wan derarê şahidan de daxwazname daye şandeya dadgehê û ew dixwazin beriya danişînan hîn bibin ku şahidan derbarê kî de îfade daye û daxwaziya darizandinek li gorî rêbazê kir.    DAXWAZ HATIN REDKIRIN    Serokê dadgehê daxwazên siyasetmedar û parêzeran red kir û îdia kir ku şahid di çarçoveya “hiqûqê” de beyanên xwe eşkere dikin.    Piştre aktîvîsta Tevgera Jinên Azad Ayla Akat Ata axivî û da zanîn ku pirsgirêkên ku îro têkildarî guhdariya şahidan qewimîne hemû bi qebûlkirina îdianameyê ya di şertên îro de hatiye qebûlkirin ve girêdayî ye.    HEMAN ÎFADE DERKETIN HOLÊ    “Şahidê veşarî ATLAS” bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê hat kirin û diyar kir ku ew îfadeya xwe ya nivîskî dubare dike û derbarê siyasetmedar Mesût Bagcik ê girtî, siyasetmedar Mazhar Ozturk, Ercan Arslan û Yuksel Baran de beyanên razber da û tu agahiya wî têkildarî xwepêşandanên Kobanê nîne. Balkêş bû ku îfadeyên ATLAS ê derbarê Ayla Akat Ata de dabû heman îfadeyên “şahidê veşarî HERMES” ku di 8’ê Adara 2021’an de derbarê Ata de dabû ye.    Dure siyasetmedar û parêzer axivîn û îtîrazên xwe yên têkildarî rêbaziya guhdariyê berdewam kirin. Serokê dadgehê navber da danişînê û dê piştî nîvro dîsa bedewam bike.