Dema binçavkirina 36 kesan 4 roj din hate dirêjkirin 2022-06-30 14:22:45   EDENE - Polîsan navenda wê Edene li 5 bajaran bi ser malan de girtin û 36 kes binçavkiribûn, dema binçavkirina van kesan 4 roj din hate dirêjkirin. Parlamenterê HDP’ê yê Edeneyê Kemal Pekoz bi lêv kir ku di bin navê “mulakatê” de bêbextî û şahidî li kesên di bin çavan de hatiye ferzkirin.    Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê di çarçoveya lêpirsîna derbarê Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê de di 27’ê hezîranê de derbarê 38 kesan de biryara binçavkirinê da. Di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Edene, li Mêrdîn, Mêrsîn, Wan û Amedê bi ser gelek malan de hate girtin û 36 kes hatin binçavkirin.36 kesên ku di çarçoveya dosyaya biryara nepentiyê li ser e de îfadeyên wan hêj nehatine wergirtin, piştî binçavkirina 4 rojan anîn Edliyeya Edeneyê. Dadgeha Ceza ya Sulh a Nobedar a Edeneyê, li ser daxwaza dozgeriyê, dema binçavkirina 36 kesan 4 roj din dirêj kir.    Navên kesên di bin çavan de wiha ne: Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Helîn Kaya û Mehmet Karakiş, endamên PM’ê yê HDP’ê Abdurrahman Oral û Ahmet Yildiz, Hevberdevkên DBP’ê yên Herêma Çûkûrovayê Şîlan Turga û Enver Guler, Cîgira Serokê Şaredariya Seyhanê Fûnda Bûyrûk û xebatkarên Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê Îlyas Arzû, Mûrat Gurbuz, Suat Ekîn û Jiyan Savci, Rêveberê HDP’a Edeneyê Ahmet Akdogan, Endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê Mazlum Gok, aktîvîstên TJA’yê Emetûllah Akçaray û Sever Ûzûn, Hevseroka Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirine ya Akdenîzê (AYKAY-DER) Suphiye Bayav û Jiyan Aslan, Mahsum Ûzûn, Zîlan Çîçek, Mehmet Sarûhan, Hayrettîn Oz, Mehmet Saît Dîkmen, Vakkas Dûrgût, Evîn Ozbay, Dîlan Yîğît, Gulbahar Akman, Yaşar Akman, Mehmet Solmaz, Bedrî Şengul, Zîlan Taş, Ayşe Solmaz, Mehmet Aykût, Ramazan Demîrhan, Serokê Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê Abdullah Ayav, Ayşe Irmak û kesekî navê wî nehat zanîn.   DI BIN NAVÊ ‘MULAKATÊ’ DE ZEXT TÊN KIRIN   Parlamenterê HDP’ê yê Edeneyê Kemal Pekoz ku piştî dirêjkirina biryara dema binçavkirinê ya 4 rojan li pêş Edliyeya Edeneyê daxuyanî da, bertek nîşanî vê biryarê da û binçavkirin weke “politikaya çavtirsandinê” nirxand. Pekoz, bi lêv kir ku di bin navê “mulakatê” de bêbextî û şahidî li kesên di bin çavan de hatiye ferzkirin û destnîşan kir ku ev pekanîn çawa duh bi kêrî tiştekî nehatin wê îro jî bi kêrî tiştekê neyên.