Nobeta Edaletê ya vê hefteyê ji bo 16 rojnamegeran hate girtin 2022-06-30 15:40:24   STENBOL - Hiqûqnasan çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê ya vê hefteyê ji bo 16 rojnamegerên kurd girtin. Di çalakiyê de bal kişandin ser girîngiya piştevaniyê.    Hiqûqnasan li Stenbolê li pêşiya Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê bi dirûşma “Gezî em in Gezî nayê darizandin” dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakî, di hefteya 116’an de berdewam kir. Di çalakiya vê hefteyê de hiqûqnasan bal kişandin ser 16 rojnamegerên kurd ên li Amedê hatine girtin.    Di çalakiya Nobeta Edaletê de li gel hiqûqnasan, her wiha endamên Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP), Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), DÎSK Basin-Îş, parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Stenbolê Mûsa Pîroglû û Zuleyha Gulum û gelek rojnameger amade bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Edalet ji bo her kesî” hatibû vekirin û beşdaran dirûşmên “Rojnamegerî ne sûc lê rûmet e”, “Ev hêj destpêke têkoşîn dê bidome”, “Kesek nikare çapemeniya azad bêdeng bike” û “Çapemeniya azad welateke azad” hatin berzkirin. Di daxuyaniyê de her wiha wêneyên rojnamegerên hatine girtin û dovîzên “Em li ser şopa heqîqetê ne” û “Generalên biçûk ên Apê Mûsa li vê derê ne” hatin hilgirtin.    'TÊKOŞÎNA KU LI DIJÎ ZEXTÊ TUNE NEBÛYÎ’   Di daxuyaniyê de parêzer Damla Atalay da zanîn ku li her qadê daxwaza edaletê dikin û têkoşîna maf û hiqûqê dimeşînin. Atalay piştre jî silav bo rojnamegerên girtî şand. Parêzer Çîgdem Akbûlût jî destnîşan kir ku tu aliyekî hiqûqî yê girtina rojnamegerên kurd nîne û wiha domand: “Ev girtin, parçeyeke polîtîkaya zilmê ya li dijî gelê kurd e. Di van girtinan de hiqûq, weke amûra tundiya siyasî hat bikaranîn. Divê neyê jibîrkirin ku dê têkoşîna me ya li dijî polîtîkayên zextê berdewam bikin.”    'JI BO KU NEYÊ ZANÎN KURD ÇI DIJÎN...’    Endama MKGP’ê rojnameger Nezahat Dogan jî diyar kir ku li şûna rojnameger nûçeyan çêbikin, ew bi xwe dibin kirdeya nûçeyê  û da zanîn ku AKP-MHP rojnamegeriyê weke sûc dibînin. Dogan, bi domdarî bi lêvkir ku dewlet naxwaze zexta li ser kurdan tê kirin were dîtin û lewma jî êrişî çapemeniya kurd dike. Endamê DFG’ê Mehmet Aslan jî bal kişand ser piştevaniya bi rojnamegeran re û axaftina xwe wiha qedand: “Piştevaniya heta niha gelek girîng e û divê ev piştevanî hêj berfirehtir bibe. Em soz didin ku dê xwedî li mîrasa hevalên xwe yê girtî derkevin.”