Di Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê de hemû bersûcan beraet kir 2022-07-04 11:54:05 SEMSÛR - Di Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê de 18 bersûcên ku ji qetilkirina 3 jê zarok bi giştî 7 sivîlan a di bin çavan de, bi sedema “delîl nehatine dîtin” biryara beraetê hate dayîn.  Di navbera 29’ê cotmeha sala 1995’an û 8’ê adara 1996’an de li Kerboran a Mêrdînê 3 jê zarok bi giştî 7 sivîl û çawişê pispor Bîlal Batir hatibûn windakirin. Derheqê bûyerê de li ser 18 bersûcan doz hatibû vekirin û 26’emîn danişîna dozê li 1’emîn Dagdeha Cezayên Giran a Semsûrê hate dîtin. Di doza ku Fermandarê Tabûra Komandayên Cendirmeyan a Mêrdîn Hurşît Îmren, Fermandarê Cendirmeyan a Navçeya Kerboranê Mehmet Tîre, Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Navendî yê Kerboranê Mahmût Yilmaz, Cîgirê Fermandarê Qereqolê Haydar Topçam û Çawişê Pispor Kerîm Şahîn jî di nav de bi giştî 18 bersûc bi sedema “Kuştina bi zanebûn” dihatin darizandin de biryar hate dayîn.   Şandeya dadgehê îdia kir ku delîlên teqez ên ku têkiliya bersûcan bi bûyerên navborî re diyar bike li holê nînin û bi vê sedemê jî biryara beraetê da.    Ji parêzerên mexdûran Erdal Kuzu, Gulistan Duran û ji xizmên windakiriyan Abdulazîz Altunkaynak, Omer Coşkun, Ahmet Akyon, Hîznî Dogan û Kasim Aslan beşdarî danişînê bûn. Ji bersûcan Hurşît Îmren, Haydar Topçam, Mahmût Yilmaz û parêzerên hinek bersûcan jî li bajarên lê dimînin bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Bersûc û parêzerên bersûcan ên din jî hincet nîşan dan û tev li danişînê nebûn. Danişîn bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Şandeya dadgehê beriya niha gelek caran biryar da ku dozger Ahmet Kul were guhdarîkirin lê belê tevî ku bi ser re 5 sal derbas bûbûn jî nehate danişînê. Şandeya dadgehê ji biryara guhdarîkirina Kul lêvebû. Şandeyê asta dosyayê niha tê de û biryara lêgerînê ya Kul weke hinceta vê biryarê nîşan da. DOZGER MUTALAAYA XWE DUBARE KIR Dozgerê dosyayê mutalaaya xwe ya berê ku digot “delîlkên têrker tune ne” û daxwaza beraetê dikir, dubare kir. Piştre jî birayê Seyhan Dogan ê 14 salî, Hîznî Dogan axivî û wiha got: “Dozger dibêje ku delîlên têrker tune ne. Ji sala 1996'an heta niha ezmanê me mehî ku dibêjin 7 cenazeyên hatine şewitandin hene. Îro dê ev dadgehe biryarê bide bê ka em hemwelatiyên wekhev in an na. Min cenazeyê birayê xwe li qada ewlekariyê ya hêzên hewlekariyê dît.” ‘DAYIKA WÎ DI HILCOYA FILISTÎNÊ DE DÎT’ Bavê Davût Altinkaynak ê 12 salî, Abdulazîz Altinkaynak jî di danişînê de wiha got: “Em vê mutalaayê red dikin. 27 sal berê zarokên me avêtin bîran. Li arşîvan binêrin, wê demê hûn dê bibînin bê ka zarokê min ê 12 salî birin kî derê. Qada operasyonê û bîra bi kûrahiya 120 mîtroyan a ku me Davût tê de dîtibû li heman herêmê ye. Dayika wî li qereqolê Davût di hilcoya Filistînê de dît. Cerdevan û leşkeran Davût ji malê girt û birin avêtin bîrê. Kujer beraet dikin. Biryarên xwe bi wijdanî bidin. Me baweriya xwe bi vê dadgehê anî û ev 7 sal in em tên vê derê. Lê em rastî zilmê hatin. Em tên lê bersûc çima nayên. Ez heta dawiyê dozdar im. Em dozgerên biwêrek dixwazin. Di sala 1996’an de min bo dozgeriyê daxwazname nivîsand lê encamek jê derneket.” Kurê Mehmet Emîn Aslan ê bi navê Kasim Aslan, birayê Abdurrahman Coşkun (21) ê bi navê Omer Coşkun û kekê Nedîm Akyon (16) ê bi navê Ahmet Akyon jî xwestin ku dadgeh êdî biryarê bide û daxwaza edaletê kirin. ‘EV NE DOSYAYEKE WISA YE KU BI SER WERE GIRTIN’ Parêzerê mexdîran Erdal Kuzu jî bi bîr xist ku di salên 90’î de dihat gotin ku “yên ji bo dewletê guleyan ber dide û yê dixwe jî kesên xwedî şeref in” û destnîşan kir ku dozger bi mutalaaya xwe parastina bersûcan kiriye. Bi domdarî Kuzu anî ziman ku mutalaaya dozger hêjayî guhpêdayînê nîne û wiha domand: “Kesek pîte bi gotina ku di salên 90’î de qeydên kamerayê tune ne nake. Ev, nêzikatiya li dijî kurdan e. Heke hûn bixwazin delîlan bibînin, dayika Davût Altunkaynak delîleke. Lê heke hûn vê nebînin jî wê demê kujeran pîroz dikin. Em ê gelek li ser vê mutalaayê biaxivîn. Ji ber ku di wijdana mirovahiyê de birîn vekirin. Mutalaayeke ku naxwaze îfadeyan bibîne, hiqûqî nîne. Ev mutalaa dewletê pîroz dibîne. Heke hûn bipirsin bê ka edalet çi ye, em kurd dê bibêjin xeyalek e. Mirovên bi muebbeta giran tên darizandin neanîn danişînê. Baş e ev kes vê baweriyê ji ku digirin? Ji zîhniyeta darazê digirin. Ev ne dosyayeke wisa ye ku bi ser were girtin. Cenazeyên malbatan hene. Ji ber tunebûna qeydên kamerayan nabe ku bi hinceta delîl tune ne were girtin.” ‘BI AWAYEKÎ FERMÎ HATIN BINÇAVKIRIN’ Bi domdarî Kuzu diyar kir ku cenaze ji bîran hatine derxistin û wiha pê de çû: “Davût Altunkaynak û Nedîm Akyun li gundê Ulaşê hatin dîtin. Dayika Altunkaynak di her danişînê de got ku wê kurê xwe li qereqolê dîtibû. Nabe ku ev rastî tune bê hesibandin. Abdurrahman Coşkun li Qoserê hate dîtin. Bi awayekî fermî hatin binçavkirin. Hûn nikarin vê jinedîtî ve bên. Xuyaye bê ka çawa kuştine. Hîznî Dogan birayê xwe ji cilên wî nas kir. Li gundekî hatiye valakirin û di bin kontrola dewletê de hate dîtin. Keça Suleyman Seyhan li pêş çavên wî tazî kirin. Bîlal Batir ji ber ku cihê cenazeyan got lewma hate qetilkirin. BERSÛC LI XWE MIKÛR HATIN Heke hûn bixwazin biryara xwe bi awayekî bêalî bidin, hemû delîl vekirî ne. Peywirdarê fermî yê dewletê Adem Kul got ku hatine binçavkirin. Lê me ev binçavkirî di bîran de dîtin. Ma delîla ji vê mezintir heye? Îfadeyên karmendên dewletê û çawişên pispor hene. Mamosteyên wê demê gotin ku xwendekarên wan hatine binçavkirin. Me gelek şahid guhdar kirin. Me kesên wê demê bi awayekî derqanûnî hatine binçavkirin guhdarî kirin. Ev kes teslîmî dewletê hatin kirin. Ma gelo kesek napirse bê ka ev kes çawa ji wan bîran derketin? Li devera ku tenê dewlet diketê û derdiket me cenaze dîtin. Bîr, ji bo kurdan trajediyeke dîrokî ye. Ew gund  tevek jî navendên îşkencexaneyê ne. Bersûc bi xwe li xwe mikûr hatin. Cerdevanan gotin ‘me binçav kirin û cihê malê min nîşan da.’ Kerîm Şahîn binçavkirinê qebûl dike. Fettulah Çelîk dibêje ku Bîlal Batir ji ber ku cihê cenazeyan nîşan da lewma hate kuştin. Ma dê ji Topçam nayê pirsîn bê ka ev mirov çawa hatin qetilkirin. Hemû înfaz bi fermana Fermandarê Cendirmeyan ê Dargeçîtê Mehmet Tîre ve hatin dayîn. Dê li ser biryara we bê axaftin. Heke biryara beraetê were dayîn dê ev çîroka sedsalî dîsa bidome. Destûrê nedin vê. Em dixwazin ku hemû bersûc bên cezakirin.” Piştre jî ji parêzerên mexdûran Gulistan Duran diyar kir ku mutalaaya dozger birîneke xedar di wijdana cemaweriyê de vekiriye û ev tişt anî ziman: “Delîlên şênber hene. Mirovên hatin kuştin hene. Şahid hene. Ne mimkin e ku em tev li vê mutalaayê bibin. Bersûcan diparêze. Divê bersûc bên cezakirin.” XEBATKARÊN JÎTEM’Ê BERAET KIRIN Pirsa gotina dawî ji bersûcan hate kirin û wan jî got ‘baweriya me bi edaleta tirkan heye” û beraeta xwe xwestin. Parêzerên bersûcan jî beraet xwestin. Her wiha xwestin ku biryara qedexeya derveyî welat a miwekîlên wan bê rakirin. Şandeya dadgehê piştî parastinan ji bo biryarê navber da. Piştre jî biryara xwe aşkera kir. Bi îdiaya “Tu delîleke ku têkiliya bersûcan bi van bûyeran re nîşan bide tune ye” û biryara beraetê da her 18 bersûcan. Her wiha biryara qedexeya derketina derveyî welat jî rakir. ‘JI BER KU KURD BÛN’ Malbatên mexdûran bertek nîşanî biryarê dan. Abdulazî Altunkaynak diyar kir ku li Tirkiyeyê edalet tune ye û wiha bertek nîşan da: “Heke ev zarokekî tirk bûya dê dadger cezayê îdamê bidaya. Ji ber ku Davût zarokekî kurd bû lewma biryara beraetê dide. Li Tirkiyeyê ne dozger û ne jî edalet tune ye.” Li ser vê bertekê jî polîsên li danişînê bi gotinên “Ev der ne cihê şovê ye” gefa binçavkirinê li Altunkaynak xwar.