Rojnamevan Demîrhan beraet kir 2022-07-04 12:06:58 STENBOL - Rojnamevan Alî Ergîn Demîrhan ê ji ber nûçeyên derbarê 33 leşkerên ku di êrişa hewayî ya Rûsyayê de li Idlîbê hatibûn kuştin çêkirin parvekiribûn dihat darizandin, beraet kir.  Endamê Lijneya Rêveberiya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) a Basin Îş’ê rojnamevan Alî Ergîn Demîrhan ji ber nûçeyên derbarê 33 leşkerên ku di êrişa hewayî ya Rûsyayê de li Idlîbê hatibûn kuştin çêkirin parvekiribûn bi îdiaya “Heqaret li Serokkomar kiriye” dihat darizandin. Danişîna 3’yemîn a doza Demîrhan li 55’emîn Dadgeha Ceza ya Asliye ya Stenbolê hate dîtin. Di danişîna ku Demîrhan tev li nebûyî de parêzerê Çagan Yazici amade bû.    Dozgeriyê mutalaaya xwe ya derbarê esasê de peşkeş kir. Dozgeriyê diyar kir ku bi parvekirinê hêmanên qanûnî yên sûc pêknehatine û daxwaza beraetê kir. Yazici, ku têkildarî mutalaayê de mafê axaftinê girt, daxwaza beraetê kir. Dadgeha pişt re biryara xwe aşkere kir bal kişand ser mutalaayê û biryara beraetê da.