Bûldan û Sancar spasiya beşdarên kongreyê kirin 2022-07-04 13:40:44   ENQERE - Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar spasiya kesên beşdarî 5'emîn Kongreya Asayî ya HDP’ê bûn kirin.   Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar ku duh di kongreya mezin a 5'emîn de ji nû ve bûn hevserok, ji bo beşdarên kongreyê daxuyaniyek spasdariyê belav kirin. Hevserokan di peyama xwe ya spasiyê de gotin: "Ji her kesê ku kongreya me veguherand kongreya veguherîna Tirkiyeyê, em spasiyên xwe pêşkêş dikin."   Daxuyaniya hevserokan wiha ye:    “Di şert û mercên awarte yên Tirkiyeyê de û di nava kûrbûna atmosfera krîzê de, gelê me yê ku 5’emîn Kongreya me ya Asayî veguherand cejna demokrasiyê, biryardariya me ya têkoşînê zêde kir û îspat kir ku hemû astengî û êrîş dikarin bi zanistî, îrade û fedekarî bên derbaskirin; Bi milyonan kes tevî ku nekarîn werin kongreya me dilê wan bi heman heyecan û kelecanê bi me re lêdixist.    Ji hevalên me yên ku partiya me bi tenê nehiştin, ji kesên ku nîşan dan hevgirtin li dijî êrîşan fezîleta herî mezin e, baweriya me ya têkoşîna hevpar xurt kirin, ji rêxistinên girseyî yên demokratîk re, ji nûnerên partiyên siyasî re, ji malbatên me yên ku berdêlên giran di êrîşan û komkujiyan de dan ji bo pêşeroja welat têkoşîn veguherandin biryardariyê.    Ji Rojhilata Navîn heta Ewropa, ji Kurdistanê heta Balkanan ku partiyên biratî, hevkarên me yên têkoşînê, sazî û kesayetên me yên dost ên li çar aliyê cîhanê, partiya me bi tenê nehiştin û kongreya me veguherandin platforma hevgirtina enternasyonalîst.    Em ji kedkarên çapemenî û çapemeniya azad re spas dikin ku heqîqetê ji xwe re esas digirin û kongreya me bi awayekî objektîf dişopînin û ji raya giştî re radigihînin.   Em spasiya hemû hevrêyên xwe, rêveber, dildarên partiyê û kedkarên partiya me dikin ku di lidarxistina vê kongreya bi heybet de ked dane.   Kongreya ku me duh li dar xist, ne tenê 5’emîn Kongreya Asayî ya partiya me bû, di heman demê de kongreya veguherîna Tirkiyeyê jî bû. Hêz û moral da gelê me û dostên me, yên ku xwestin me tasfiye bikin jî tirsand. Desthilatdar weke her car tirsa xwe ya ji vê kongreyê bi êrîş û lêpirsînan anî ziman. Em ji duh xurttir in, em ê sibe jî xurttir bin. Em careke din dibêjin, ‘Çareserî em in, serkeftin ya me' û em diyar dikin ku em ê bi berpirsyariya ku kongreya me datîne ser milê me, Tirkiye û gelên xwe ber bi siberojeke ronî ve bibin."