Karkerekî di kana madenê de jiyana xwe ji dest da 2022-07-04 14:04:18   ŞIRNEX - Hate diyarkirin ku di qezaya li kana madenê ya Şirnexê pêk hatiye de karkerekî jiyana xwe ji dest daye.    Hate diyarkirin ku karkerê bi navê Hakîm Ercan ê 21 salî ku li gundê Kironê yê Şirnexê di kaneke madenê ya taybet de operatoriya ekskavator a karê kolanê dikir, di qezaya dema xebatê pêk hat de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Ercan ji bo karûbarên otoposiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.