Li Amedê genimê li 35 doniman hatibû çandin şewitî 2022-07-04 15:56:49   AMED - Zeviya genim a ji 35 doniman pêk tê ya li ser rêya bejahiyê ya Amed û Rihayê şewitî.   Ji ber sedemeke nediyar li zeviya genim a li ser kîlometreya 18'emîn a rêya Amed û Rihayê ya şewat derket. Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin agir bi bandora bayê belavî zeviya genim a ji 35 doniman pêk tê bû û zevî şewitand.  Hat diyarkirin ku welatî ji bo ku agir vemirînin, bangî tîmên agirkujiyê kirine lê belê tîmên agirkujê dereng hatine cihê şewatê.    Tîmên agirkujiyê ji bo ku sedema derketina agir peyda bikin lêkolîn kirin.