Têkildarî birîna darên Şirnexê rapor hat amadekirin 2022-07-06 19:07:43   ŞIRNEX - Komîsyona Bajar û Jîngehê ya Baroya Şirnexê der barê birîn û talana daran de ya ku li Şirnexê didome raporek amade kir.   Komîsyona Bajar û Jîngehê ya Baroya Şirnexê der barê birîn û talan daran de ya ku li Şirnexê didome raporek amade kir. Komîsyonê bi daxuyaniyekê rapor ji raya giştî re aşkere kir. Daxuyanî li Parka Birca Belek hat dayîn. Hevserokê Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê û Xizmeta Civakî ya Şaxê Şirnexê Ûmût Çîmen, Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz û gelek parêzer tev li daxuyaniyê bûn.   Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz got li Şirnexê birîna daran roj bi roj zêde dibe û wiha axivî: “Birîna daran ne qanûnî ye. Rojê 10-15 kamyon dar tên birîn. Bi sedan darên pîroz ên li ber tunebûnê bê pergal tên birîn. Me ji bo haydarbûyîna ji mijarê serî li Walîtiya Şirnexê da, lê walîtiyê tu bersiv neda me. Gilîkirina me ya Çileyê 2022’yan bi ne şopandinê hat biencamkirin û îtîraza meya li biryarê jî demildest hat redkirin. Vê gavê em Baroya Şirnexê, em dibêjin ku em ê bi erka xwe ya hiqûqî û civakî rabin û bi wijdanî tevbigerin, em ê vê rewşa nehiqûqî bişopînin, di serî de serpereştiya giştî, em ê serî li hemû saziyên eleqedar û rayedar bixin.“   RAPORA BAROYÊ   Piştî daxuyaniyê rapor hat ragihandin. Rapora ji aliyê Komîsyona Bajar û Jîngehê ya Baroya Şirnexê ve hatiye amadekirin wiha ye:    “Li gor tespîtên Komîsyona Bajar û Jîngehê ya Baroya Şirnexê:   *Ev salek e darên dehl û daristanan pir tên bîrin.   *Bi piranî li cihên bilind ên navenda Şirnexê û li herêmên asê yên Şirnex-Sêrtê dar pir tên birîn.   *Parek ji dehl û daristanên Hezex û Mîdyadê hatiye birîn,    *Kesên îhaleyan digirin diyar in, îhale bi yasayî nayê kirin,   *Darên ku dibirin bi kamyonên 20-25 ton hildigirin di ser Cizîrê re dibin, li derên wek Kayserî, Dîlok û Osmaniyeyê bi erzanî difiroşin. Em pêveka dîtbar a li ser vê yekê pêşkêş dikin.   *Mehên havînê jêkirin û texrîbata dehl û daristanan pir zêde dibe, rojê bi sedan darên dîrokî û li ber tunebûnê tên birîn.   Ji bo rakirina ji holê ya fikarên xelkê herêmê û parastina dehl û daristanan;   *Saziyên têkildar divê demildest zend û bendan badin û jêkirina daran bisekinînin,   *Ji bo kirina lêkolîn û vekolînê ya saziyên taybet û komeleyan a bi saziyên fermî re divê ewlehî hebe û da ku raporên pêwist bên amadekirin.    *Ji bo başkirina herêmên dar lê tên jêkirin û xeranebûna cihê jiyanê yê herêmê divê dar bên danîn.   * Ji 6’ê Tîrmeha 2022’yan ve dar bênavbir û ji berê hêj zêdetir tên birîn û hêj Walîtiya Şirnexê bersiva serlêdana me ya ji bo bidestxistina agahiyan li ser mijarê nedaye. Hemû sazî û destgeh bi wijdanî ji parastina xwezaya bajarê me Şirnexê berpirs in.“