Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê: Dest nedin pênûsa me! 2022-07-06 19:14:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê anîn ziman ku ew biryara Prensîbên Etîka Çapemeniyê red dikin û gotin: “Destê xwe ji pênûsa me vekişînin.“   Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê daxuyaniyek nivîskî weşandin û gotin: “Em biryara Asasên Exlaq ên Çapemeniyê ya bi kêfî ya Saziya Ragihandin û Çapemeniyê ku pê erkeke bi berferehî ya sansorê tê anîn red dikin.“   Di dewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tevî îtîraza rojnamevanên endamên Desteya Giştî ya Saziya Çapemenî û Ragihandinê Biryara Desteya Giştî ya li Ser Asasên Exlaq ên Çapemeniyê ku 27’ê Gulana 2022’yan hat qebûlkirin îro (6’ê Tîrmeha 2022’yan) di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin û ketiye meriyetê.“   Bi daxuyaniyê ev tişt jî hatin destnîşankirin:   “Ev biryara Desteya Giştî ya beriya gotûbêjên Meclîsê dest pê bibin hat dayîn, amadekariya ji pêş re ya li dijî vekişandina qanûna sansorê bi hinceta dezenformasyonê ye. Em biryarê red dikin .   Saziya Çapemenî û Ragihandinê saziyeke giring e. Ew saziyê ne bi ceberûdî û ji bo hilanîna heyfê lê bi biryarên bi hevparî bi rê ve bibin. Rojnamevanî ne sûc e. Çapemenî ne dijminê we ye. Dest nedin pênûsa me!“   KOMELE Û RÊXISTINÊN DAXUYANÎ ÎMZE KIRINE   Konseya Çapemeniyê   Komeleya Rojnamevanên Hevdem   Komeleya Nûçegihanên Dîplomasiyê   DÎSK Basin-Îş   Komeleya Nûçegihanên Aboriyê   Cemiyeta Rojnamevanan   Cemiyeta Rojnamevanan a Îzmîrê   KESK Haber-Sen   Komeleya Nûçegihanên Parlamentoyê   Cemiyeta Rojnamevanan a Tirkiyeyê   Sendîkaya Rojnamevanan a Tirkiyeyê.