Parêzer di dema şopandina nûçeyê de êriş bir ser nûçegihanê me Demîr 2022-07-06 19:29:31   AMED – Li Sûrê parêzer Fevziye Karaer di dema şopandina nûçeyê de êriş bir ser nûçegihanê me Yakûp Demîr. Di êrişê de birûyê Demîr qelişî. Demîr ragihand ku parêzer Karaer jê re gotiye "Te serê xwe bi zanebûnî li cihekî xistiye."    Li naçeya Sûr a Amedê nûçegihanê me Yakûp Demîr dema dîmenên rageşiya di navbera polîs û esnafan a ji ber heczê digirt parêzer Fevziye Karaer a li ser Baroya Dîlokê qeydkirî êriş bir ser wî. Karaer bi pehîn û kulman êriş bir ser Demîr. Di êrişê de birûyê nûçegihanê me qelişî.    Piştî vê Demîr çû Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyûbî ya Amedê û rapor girt. Demîr piştî raporê çû Midûriyeta Polîsan a Sûrê ji bo giliyê Karaerê bike.    Gava Demîr ji bo gilîkirinê çû qereqolê Karaer vê carê jî bi devkî êriş bir ser Demîr û jê re got: "Tu kî yî tu dîmenên me digirî, tu bi kîjan heqî dîmenên me digirî?"    Karaerê piştî êrişê ji Demîr re gotiye: "Te serê xwe bi zanebûnî li cihekî xistiye."   Demîr diyar kir ku li qereqolê Karaer ji bo lihevkirinê hin parêzerên din xistiye dewrê, lê wî lihevkirin qebûl nekiriye û dê giliyê wê bike.