PDK li Metînayê ji bo TSK’ê baregehê ava dike 2022-07-07 08:58:39 NAVENDA NÛÇEYAN - Di demekî ku êrişên Tirkiyeyê yên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê didomin de PDK’ê li Metînayê ji bo TSK’ê dest bi avakirina baregeheke leşkerî kir.    Tirkiyeyê di 17’ê nîsana îsal de bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê êrişeke berfireh dabû destpêkirin. Li gel êrişên hewayî û kîmyewî jî Tirkiyeyê heta niha encamek bi dest nexistiye û li gelek herêman jî di şer de hêzên taybet ên girêdayî PDK’ê bi kar tîne. PDK ku ji bo şerê li dijî PKK’ê û hevkariya artêşa tirk hêzên xwe yên taybet dişînin gelek deveran, niha jî li herêma Girê Ortê yê Metînayê dest bi avakirina baregeha leşkerî û stargehan kir. Kêliyên çêkirina baregeha leşkerî û stargehan ji hêla Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) ve hatin kişandin. Di dîmenan de xuya dibe ku hêzên taybet ên PDK’ê li gel wesayîtên zirxî û makîneyên kar li herêma navborî baregeha leşkerî ava dike.