'Îsal dê zexîre bêtir bê îthalkirin' 2022-07-07 09:18:49   AMED - Li gor daneyên FAO'yê Tirkiye di warê îthalata ceh û genim de li seranserê cîhanê di rêza 3'yan de ye. Serok Odeya Endezyarên Çandiniyê Samet Ûcaman da zanîn ku îsal li dor 9-10 milyon genim dê were îthalkirin û û cotkaran jî got, desthilat li şûna ku genim îthal dike bila alîkariya cotkaran bike.    Îsal li seranserê Amedê 4 milyon û 375 donim erd hatiye ajotin; 3 milyon û 200 hezar donim jê genim, 637 hezar donim ceh û 538 hezar donim jî nîsk e. Di heman demê de îsal li Amedê çandiiya bejî ji sedî ji sedî 45 xisiriye. Her çiqas Ofisa Berhemên Çandiniyê (TMO) fiyetê genimê di navbera 6.5-7.5 lîreyan de diyar kiribe jî lê dîsa jî cotkar xisirîne ji ber mesrefê zêde. Ji lew re serê donimê mersefa tov, gubre, derman, mazot û bîçerê li dir 600-700 lîreyî ye. Ji ber vê her diçe hilberandina zad kêm dibe û Tirkiye hîn bêtir dibe pêgirtiyê derve. Li gorî daneyên Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO) Tirkiye par bi îthalkirina 9 milyon ton genim û 3 milyon ton ceh li seranserê cîhanê di warê îthalkirinê de ketiye rêza 3'yan.    Serokê  Odeya Endezyarên Çandiniyê (ZMO) ya Amedê Samet Ûcaman û cotkarên Amedê têkildarî mijarê axivîn.    Ûcaman da zanîn ku îsal zirara çandiniya erdê bejî jis edî 45 e û wiha got: “Bi taybetî li Deşta Bismilê, herêma Têrkan, deşta Farqînê û Çinarê çandiniya erdê bejî di zirarêd e ye. Em dibînin ku rekolte û berdarî pir kêm bûye. Ji ber zêdebûna mesrefan gelek cotkaran çandiniay wxe bê guber kirin. Lewma jî gelek cotkar xisirîn."   POLÎTÎKAYÊN ŞAŞ   Bi domdarî Ûcaman diyar kir ku polîtîkayeke çandiniyê ya baş a detshilata AKP'ê tune ye û wiha pê de çû: "Bi taybetî Li Kurdistanê di çandiniyê de polîtîkayên şaş tên meşandin. Li aliyekî polîtîkayên şaş li aliyekî jî hişkayî û sedemên surûştî di çandiniyê de bûn cihê pirsgirêkên mezin."    Ûcaman da zanîn ku îsal li Tirkiyeyê li gorî nifûsê pêdivî bi nêzî 26 milyon ton genim heye û wiha domand: "Em difikirin ku îsal nêzî 16 milyon ton genim were hilbirandin. Û yê mayî jî dê bê îthalkirin. Tirkiye ji sedî 70'yê genim ji Ûkrayna û Rûsyayê dikire, lê dê îsal ji van dewletan nestîne. Ji ber vê dê di meha îlon-cotmehê de fiyetê genim pir zêde bibe. Ceh jî wisa ye."   ‘COTKARAN TOP AVÊTINE'   Ji gundê Axwêrana Biçûkê ya navçeya Sûr a Amedê cotkar Mûstafa Kûrt ku 15 sal in cotkariytê dike diyar kir her çi qas li herema wan îsal zêde baran bariyaye jî û randiman zêde bûye jî lê ji ber fiyetê sotamenî û gubreyê bêzar bûne û ev tişt anî ziman: "Fiyeta genim normal e, lê mesrefên sotemenî û gubreyê pir zêde ne. Kesên ku nikarin gubre bikirin û motorên wan tune ne pêrîşan bûn. Min 200 donim genim ajotiye lê mazot û gubre pişta me şikand. Ji ber vê cotkar top avêtine. Ji ber bihabûnê hinek cotkaran gubre neavêt nav erd û pirnaiya wan zirar kirin."   ‘KÎLOYA TOV BI 8 LÎREYAN E'   Cotkarê bi navê Hecî yê ji gundê Zozincê yê Sûrê ku ji xortaniya xwe ve çandiniyê dike û zexîre dikire û distîne wiha axivî: "Me bi şîrîkî 2 hezar donim genim ajot lê tovê me jî bi destê me neket. Gubre biha bûye, kîloya tov bûye 8 hezar, sotemenî 27 lîre, tasek derman 200 lîre. Desthilat alîkariya cotkaran nake, tenê wan dixapîne. Yê ku 100 donim erdê wî heye 3-4 hezar alîkarî digire. Îja wê çawa genim, sotemenî, gubre, derman bistîne?"   Hecî bertek nîşanî zexîreyê îthal da û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Detshilat heya ji derve genim îthal dike alîkariya cotkaran bike dê baştir bibe. Em niha genim distînin barkêş ji bo 45 km rê 3-4 hezarî dixwaze. Em erebeyekê dişînin Dîlokê 8-9 hezar lîre mesref diçe. Tiştek di dest me de namîne. Îsal stok jî tune ye, pêrîşani ye."   Cotkar Şehmûs Çelîk jî îsal hezar û 300 donim pembo, ceh û genim çandiye. Çelîk, wiha got: "Min li Tilalo 185 donim genim ajotiye, lê ya 3 ton jê hat an jî nehat. Lê texma Hênê û Karazê ji ber baranê rewş baştir bû. Rewşa cotkaran ji ber sotemeniyê nebaş e. Berdarî jî tune ye, tew zirar e. Par hişkayî hebû îsal jî hişkayî bû, tu kes ji bo tespîtkirina hişkayî nehat kontrolê jî. Em dikarin bibêjin ji Tilalo heta Qoserê ji erdê bejî tu tişt derneket. Di bercotê de 20-50 kîlo berhem dihat. Jixwe 20 kîlo toximê wî ye û bi ser de gubre, derman û sotemenî bi temamî zirar e. Berê me zehmetî dikişand lê me pere jî qezenc dikir, ew du salê em zehmetiyê jî dikişinin û bis er de tiştekî jî qezenc nakin. Alîkarî tune, deynê me heye, me kredî kişandiye em nikarin texsîtên xwe bidin. Sala bê wê hê xirabtir dibe"