Têkoşîna dayikek mînak û têr û tije: Sarê Demîr 2022-07-07 09:54:16 ŞIRNEX - Dayika Şemiyê Sarê Demîr a ku bêyî kujerên kurê xwe bibîne koça dawî kir. Keça wê û hevala wê ya tekoşînê qala dayika Sarê kirin û gotin: "Ew li dijî şer mertela zindî bû. Di rêya tekoşînê de hîç newestiya. Heta kêliya ku mir jî digot, ‘Li vê dinyayê nebe jî ez ê li wê dinyaya din hesab ji wan bixwazim’."  Di salên 1990’î de li herêmê bi dehan kes ji aliyê hêzên kontra yên dewletê ve yan di binçavan de û yan jî bi rêbazên cuda hatin qetilkirin. Çîroka Sarê Demîr a ku di heman demê de Dayika Şemiyê ye jî bi kirinên dewletê dest pê dike. Çîroka zarokên wê di ciwantiya wan de nîvco dihêlin. Bi kuştina zarokên wê re çîroka têkoşîna wê dest pê dike. Sarê Demîr di sala 1927'an de li gundê Xaltan ê girêdayî navçeya Hezex a Şirnexê dayik dibe. Di temenê xwe yê biçûk de tê zewicandin û paşê jî hevjînê wê hêwî tîne serê.      SIMBÊLA WÎ JI KOKÊ TÊ RAKIRIN    Di sala 1991'an de zext û êrişên dewletê li ser wan zêde dibin. Kurê wê yê herî mezin Îbrahîm Demîr 11 caran tê binçavkirin. Carekî jî tevî dayika Sarê ve hemû malbat tê binçavkirin. Kurê wê Îbrahîm 24 rojan di binçavan de îşkence lê tê kirin. Di binçavan de tayê simbêlî wî yek bi yek ji kokê radikin. Piştî îşkenceyek xedar tê berdan. Çend roj di ser berdana wî de derbas nabin, zext û gef berdewam dikin û di heman salê de dema ku diçe Hezexê şîna xizmeke xwe li gel hevalê xwe Agît Akîpa tê binçavkirin û di binçavan de tê qetilkirin.    Dayika wî Sarê Demîr li gund gav bi gav li kurê xwe digere û di dawiyê de cenazeyê wî di şikeftê de dibîne. Li ser mirina kurê wê Îbrahîm hê ku salek derbas nabe, kurê hêwiya wê Nihat Demîr ê ku tev li nav refên PKK'ê dibe li Bagokê di şerekî de jiyana xwe ji dest dide. Sare Demîr natirse û berê xwe dide Bagokê û cenazeyê Nîhat tîne li Nisêbînê vedişêre. Piştî mirina Nihat cerdevan û leşker diavêjin ser gundê wan û gundê wan vala dikin. Vê carê jî lawê hêwiya wê Giyasettîn Demîr jî di sala 1998'an de dema ku ji Iraqê tê di noqteya leşkerî de tê kuştin û piştre li gel wesayita wî tê şewitandin. Li gel vê yekê dayika Sarê li gel hêwiya xwe Dayika Aştiyê Şirîn Demîr (75) ku wek ‘hevrêya min’ bi nav dikir, bi laçikên xwe yên spî dest bi tekoşînê dikin. Dayika Şirîn jî di sala 2020'an de weke dayika Sarê Demîr ku hê kujerên zarokên xwe neditîn jiyana xwe ji dest dide.    Keça Sarê Demîr, Hatun Oguz û hevala wê Nebahat Acer derbarê têkoşîna wê de ji ajansa me re axivîn.   TÊKOŞÎNA 30 SALAN    Keça Demîr a ku di heman demê de berdevka Dayikên Aştiyê ya Kerboranê ye Hatun Oguz (65), diyar kir ku jiyana dayika wê hemû bi zilma dewletê re derbas bû û wiha serpêhatiya dayika xwe vegot: "Diya min gundê Xaltîna girêdayî Hezexê ji dayîk bûye. Diya min bi biçûkatî tê zewicandin. Diya min di emrê xwe yê biçûk de 2 zarokên xwe bi nexweşiya sorikê ji dest dide. Di rojekî de her du zarokên wê dimirin. Ji 8 zarokên diya min em 2 xwîşk û 3 bira man. Birayê me yê mezin Îbrahîm di sala 1991'an de ji aliyê hêzên dewletê ve hate qetilkirin. Beriya ku birayê min jiyana xwe ji dest bide jî diya min gelek ji têkoşîn dayinê dikir. Gelek mêvan pêşwazî kirin. Bi mêvanperweriya xwe dihat naskirin. Nanê xwe bi her kesekî re parve dikir. Dilê wê paqij bû. Ji însanan hez dikir. Piştî ku diya min zewicî, bavê min hêwî anî ser wê. Di sala 1991'an de dewletê 11 caran birayê min Îbrahîm binçav kir û li fermandariya Mêrdînê îşkence lê hat kirin. Carekî hatin diya min, bavê min, birayê min û xwîşka min binçav kirin. Xwîşka min û kurê wê yê yek mehî jî binçav kirin. Di binçavan de pirsa birayê min Îbrahîm ji diya min û wan kirin. Diya min ji vê gelek aciz dibe û destê xwe dide qirika leşker û dibêje, 'Ma Îbrahîm çi li we kiriye ku hûn bela xwe jê navekin?' Bavê min bi zorê wî leşkerî ji destê diya min de rizgar dike. Diya min û xwişka min piştî du rojan hatin berdan. Lê birayê min Îbrahîm û bavê min 24 rojan di binçavan de girtin û îşkenceyeke xedar li wan kirin. Birayê min Îbrahîm bernadin. Jê re dibêjin, 'Çeka te heye' Ew dibêje,'tune ye' piştre li helîkopterê siwar dikin û tînin gund. Leşker dibêjin, 'çeka wî li ku derê ye' lê bavê min dibêje tune ye. Ew roja ku Îbrahîm anîn simbêlên wî tune bûn. Hemû ji kokê rakiribûn. Piştî 25 rojan şûnde berdan. Lê piştre jî belaya xwe jê venekirin û wî jî dev ji doza xwe berneda."   'LI DIJÎ ŞER MERTALA ZINDÎ BÛ'    Oguz,anî ziman ku dayika wê heta roja ku mirî jî pirsa kujerên zarokên xwe kirine û wiha domand:"Diya min yek carê jî ji wî re negot,'Dev ji dozê berde' keyfa diya min jî gelek ji dozê re dihat.Di wê salê de dema ku tê Hezexê şînê û vedigere ber bi malê digrin û bi îşkenceyê qetil dikin. Dema ku agahiya wendabûna wî ji diya min re tê diya min dibêje,'kuştin' Diya min û ew gundî de gelî bi gelî wî digerin. Piştre cenazeyê wî şikeftê de dibînin. Piştî ku cenazeyê wî anîn jî bi hezaran kes tevlî cenazeyê wî bûn. Li ser qetilkirina wî 2 sal derbas nebûn birayê min ê ditir Nihat li Bagokê di pêvçûnekî de jiyana xwe ji dest da.Piştre cerdevan û leşker hatin û ji me re gotin'Ji vir derkevin em ê gund bişewitinin' Diya min û bavê min çûn cenazeyê wî ji Bagokê anîn û li Nisebînê defin kirin. Piştre gundê me valakirin û şewitandin. Piştre birayê min Giyasettin ji Iraqê dihat.Di rêyê de nokteya leşkerî de hat kuştin û piştre jî li gel erebeyê şewitandin.Piştî evqas tiştan bavê min jî jiyana xwe ji dest da.Diya min cihekî nedisekinî. Ji bo ku kezaba dayikan neşewite li hemberî şer mertal bû.Dayika min li Bagokê,Kato dibû mertala zindî. Diya min tu xweşî nedit. Herdû gundan de jî derd kişand.Roja ku ber mirinê jî digirî digot,'Ez ê wan kesên ku zarokên min qetilkirin efû nekim' her tim kezeb şewitî bû.Li ku mirinek hebûya digirî.Dayika min hê ku nemirî çend meh beriya niha dewletê wêneyê Fatmayê anî û ji wê re got,'Keça te çûye çiya?' wê jî ji wan re got,'Hûn çawa dizanin ez jî wisa dizanim' emrê wê 95 bû,lê ew hatin keça wê pirs kirin. Diya min her tim ji bo wê keça xwe digirî.Her roj digot,'Xezala min biçûk bû çû û min saxî nedit' me hemûya hêza xwe ji diya min girt. Heta ku diya min mirî jî got,'Ez li vê dinyayê û li axretê ji wan kesên ku zarokên min qetil kirin dozdarim'    HEVRÊTIYA HER DU DAYIKAN    Oguz di berdewama axaftina xwe de, bi lêv kir ku her du dayikên wê ji bo ku kujerên zarokên xwe bibînin têdikoşin û got: "Nihat û Giyasettîn kurê diya min a Şirîn bûn. Dayika Şirîn jî gelek biryardar bû. Tu caran li dijî zilmê serê xwe netewand. Di nav Dayikên Aştiyê de cihê xwe girt. Li ku xebatek hebûya li wir bû. Piştî van herdû zarokên wê keça wê Fatmayê jî tev li PKK'ê bû. Dayika Şîrîn jî beriya ku kujerên zarokên xwe bibîne, bi kula dîtina zarokên xwe du sal berê jiyana xwe ji dest da. Li dijî şer û operasyonan dibû mertal. Têkoşîna dayikên me bandorek zêde li ser me kir. Em li ser şopa wan in û em îro dayikên aştiyê ne. Wan bi hev re li kujerên zarokên xwe pirsîn. Carna dema ku karê dayika min hebû û nikaribû tev li çalakiyan bibe, dayika me Şîrîn wêneyê Îbrahîm digirt û diçû. Biçûna ku bi hev re diçûn. Ji her du dayikên me re westandin tune bû. Li ku ciwanek jiyana xwe ji dest dida ew her du bi hev re diçûn. Hevrêyê hev bûn. Tenê wan herduyan ji derdê hev fêm dikir. Weke bi hezaran dayikên kurd dayika min jî beriya ku kujerên zarokên xwe bibîne, ji nav me bar kir.”    WESIYETA WÊ    Oguz da zanîn ku ew ê heta dawiyê li pey têkoşîna dayika xwe bimeşe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ez îro hêza xwe ji her du dayikên xwe digirim. Me kuştin dît, mirin dit lê em naxwazin dayikên din bibînin. Em şer naxwazin, em aştiyê dixwazin Êdî bes e bila xwîn nerije. Wesiyeta diya min ew bû ku dema bimire darbesta wê bi ala kesk, sor û zer bê xemilandin. .Gotibû, 'heke ez mirim konê şîna min û darbesta min bi ala kesk, sor û zer bixemîlinin'. Me ew daxwaza wê pêk neanî. Lê em di demek nêz de gora wê bi kesk, sor û zer bixemilînin.”    'DI VÊ RÊYÊ DE HÎÇ NEWESTIYA'   Hevrêya Sarê Demîr, Dayika Aştiyê Nebahat Acar (60) ku di salên 1990'î de du birayê wê hatin qetikirin jî behsa tekoşîna hevala xwe kir û wiha axivî: “Ez bejna xwe li ber kesayeta wê û têkoşîna wê ditewînim. Dayika Sarê miroveke gelek hêja bû. Tevî ku extiyar bûbû jî lê xwe ji xebatan nedigirt. Em bi hev re diçûn hemû deran. Dayika Sarê kareke gelek pîroz dikir. Di vê rêyê de hîç nediwestiya. Ez çiqasî wê vebêjim jî têr nake. Ji Cizîrê heta Stenbolê em tev li hemû çalakiyên Dayikên Şemiyê dibûn. Digot, 'Heta ku ez kujerên zarokên xwe nebînim, ez nikarim rûnêm’. Dayika Sarê bi ked, têkoşîn û dilşewatiya xwe dihat nasîn. Ew ê zarokên lawê xwe Îbrahîm xwedî û mezin kirin. Daxwaza wê ew bû ku hesabê ji kujerên zarokên xwe bixwaze. Lê temenê wê têr nekir û ji nav me koç kir. Bi kul û derdê xwe çû ser dilovaniya xwe. Dewleta tirk kujerên zarokên wê eşkere nekirin. Em ê jî di rêça wê de bimeşin.”    MA / Zeynep Dûrgût