Dayik û keça xwe, ji aliyê zilamê ku dikir hev berdin ve hat revandin 2022-07-07 10:13:45   AMED - Hat destnîşankirin ku Parêzer Turkan Gulistan Tekîn û keça xwe ya ku velayeta wê stendibû, ji aliye zilamê ku dikirin hevberdin ve hatin revandin.    Li gorî bûyera ku li ser rêya semta Dîclekentê ya navçeya Peyasa Amedê pêk hatiye, pêrêzer Turkan Gulistan Tekîn û keça xwe ya biçûk ji aliyê zilamê bi navê F.G. ê ku di pêvajoya dest ji hev berdanê de bûn, hatin revandin.    Ji aliyê din parêzer Tekîn îdia kiribû ku F.G. di meha adarê de keçika bi temenê 2 sal û nîv a bi biryara dadgehê velayeta wê dabû dayikê, ji malê biribû û mehekê tu agahî jê nehatibûn girtin. Parêzer Tekîn rastî hewldana êrişa F.G. hatibû û rewşê bi bernameya KADES'ê ji polîsan re ragihandibû. Li ser giliyê parêzer polîsan F.G. binçav kiribû û wî biribûn qereqolê. Her du alî piştî îfadeyên ku ji hev gilîkar nabin dan, polîsan keçik ji F.G. girtin û dan dayîka wê.