Çapemeniya Tirkiyeyê çav û guhên xwe ji komkujiya Zaxoyê re girt 2022-07-21 10:56:29   ENQERE - Ji bilî du rojnameyan li Tirkiyeyê tu rojnameyan komkujiya Tirkiyeyê ya li Zaxoyê nedîtin. Rojnameyan li şûna komkujiyê, axaftinên Erdogan ku kurdên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef digire derxistin pêş.    Artêşa tirk duh herêma geştê ya li gundê Perex a bajarokê Derkar ê Zaxo ya Dihokê ya Herêma Federal a Kurdistanê topbaran kir. Di encama topbaranê de 9 kes hatin qetilkirin û 22 kes jî birîndar bûn. Ji bilî rojnameyên Yenî Yaşam û Evrenselê, li Tirkiyeyê tu rojnameyan cih nedan vê komkujiyê.    YENÎ YAŞAM Û EVRENSEL    Rojnameya Yenî Yaşamê manşeta rojanmeya xwe bi ser navê “Li Zaxoyê komkujî” der xist. Rojnameya Evrenselê jî di rûpelê ewil de bi ser navê “TSK’ê Zaxo topbaran kir: Gelek kuştî û birîndar hene” bi xwînerên xwe re parve kir.    Rojeva rojnameyên din jî gefên Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ên li dijî kurdên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn ku di got; “Bila leşkerên DYA’yê xwe ji rojhilatê Firatê vekişînin.”