Baroyan bertek nîşanî komkujiya Zaxoyê dan: Bila berpiryar bên tespîtkirin û darizandin 2022-07-21 11:13:36   NAVENDA NÛÇEYAN - Baroyên li bakurê Kurdistanê têkildarî komkujiya Tirkiyeyê ya li Zaxoyê daxuyanî dan û komkujî şermezar kirin. Baroyan xwestin ku berpirsyar bên dîtin û darizandin.    Artêşa tirk duh devera geştê ya li gundê Perex ê Zaxo ya Herêma Federal a Kurdistanê topbaran kir û di encama topbaranê de 9 kes hatin qetilkirin. Gelek baroyên li bakurê Kurdistanê bertek nîşanî vê komkujiyê dan. Baroyên Amed, Wan, Şirnex û Rihayê bi daxuyaniyên cuda ev komkujî şermezar kirin.    AMED: EM Ê SERLÊDANA SÛC BIKIN    Ji ewil Baroya Amedê bertek nîşan da û wiha got: “Di encama topbarana TSK’ê ya li dijî navçeya Zaxo ya Herêma Federal a Kurdistanê, zarok jî di nav de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Mîna li Roboskê, dema mijara behsa xeberê bû kurd, hiqûqa mirovîn bênirx dibe. Em sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan û Kurdistanê dixwazin. Ji bo tespîtkirin û darizandina berpirsyarên vê êrişê, Baroya Amedê dê serlêdana sûc bike û pêvajoya hiqûqî ji nêz ve bişopîne.”    RIHA: BILA BERPIRSYAR BÊN DARIZANDIN    Baroya Rihayê jî da zanîn ku topbarankirina herêmên sivîlan binpêkirineke giran a mafê jiyanê ye û ev tişt parve kirin: “Ev êriş bi tu awayî nayên qebûlkirin. Beriya niha jî êrişên mîna vê yên ku rê li ber encamên giran vekirî hatibûn kirin. Di rewşeke wiha de pêkanîna êrişeke wiha, li ser hemû kesî xetereyeke mezin çêdike. Ji bo parastina jîngehên sivîlan, Baroya Rihayê bang li meqamên neteweyî û navneteweyî dike ku li berpirsyariya xwe rabin. Em dixwazin ku berpirsyarên vê êrişê bên tespîtkirin û darizandin û derheqê bûyerê de lêpirsîneke bibandor bê destpêkirin.”    ŞIRNEX : DIVÊ DAWÎ LI ÊRIŞAN BÎNIN    Baroya Şirnexê jî daxwaza bidawîkirina êrişan kir û wiha got: “Em ji malbatên qurbaniyan û Rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê re sersaxiyê û ji bo birîndaran jî şîfaya xêrê dixwazin. Divê faîlên vê êrişa ku rê li ber binpêkirinên giran ên mafê jiyanê vekiriye bên tespîtkirin û darizandin û meqamên neteweyî û navneteweyî lêpirsîneke bêalî bidin destpêkirin. Em dîsa bang dikin ku dawî li van êrişên li dijî Herêma Federal a Kurdistanê bînin ku beriya niha jî gelek caran hatin kirin û rê li ber mirina gelek sivîlan vekiribûn.”    WAN: ROBOSKÊ YA DUYEMÎN    Têkildarî mijarê Baroya Wanê jî daxuyanî da û komkujiya li Zaxoyê weke “Roboskê ya duyemîn” pênase kir. Baroyê, bi domdarî ev tişt parve kirin: “Wezareta Karên Derve ya T.C.’ê dibêje ku ev komkujî ji hêla TSK’ê ve nehatiye kirin û ji bo tespîtkirina faîlan jî amade ne ku hevkariyê bikin. Wezareta Karên Derve ya Iraqê jî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di encama lêkolînên wan de aşkera bûye ku êriş ji hêla Tirkiyeyê ve hatiye kirin. Her wiha li pêşiya sefîrtiyên Tirkiyeyê yên li Iraq û Herêma Federal a Kurdistanê protesto hatin kiprin. Em vê êrişa ku dê di bîra her kesî de weke Roboskêya duyemîn cih bigire, şermezar dikin. Ji malbatên qurbaniyan û Herêma Federal a Kurdistanê re sersaxî û ji birîndaran re jî şîfaya xêrê dixwaizn. Divê berpirsyarên vê êrişê bên tespîtkirin û darizandin. Her wiha banga me ji meqamên neteweyî û navneteweyî re jî ew e ku derheqê bûyerê de lêpirsîneke bêalî bidin destpêkirin. Em ê pêvajoya hiqûqî ya vê bûyerê ji nêz ve bişopînin.”