‘Hûn çima nahêlin Aram Tîgran li Amedê were definkirin?” 2022-08-08 15:08:56   ENQERE – Parlamenterê HDP’ê Garo Paylan têkildarî hunermend Aram Tîgran pêşnûmepirsek da Meclisê û ev pirs kir: “Hunermend Aram Tîgran di wesiyeta xwe de gotibû ku dixwaze li Amedê were veşartin. Gelo hûn çima nahêlin li Amedê were veşartin?”    Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Amedê Garo Paylan bi wesîleya salvegera hunermend Aram Tîgran, bi mebesta ku wezîrê Çand û Turîzmê Mehmet Nûrî Ersoy bibersivîne pêşnûmepirsek da Meclisê. Di hinceta pêşnûmeyê de wiha hat gotin: “‘Apê Aram’ anku Aram Tîgran nirxekî Tirkiyeyê ye û di nava gel de pir jê tê hezkirin û xwedî qedrekî giranbiha ye. Aram Tîgran 13 sal ber li sirgunê jiyana xwe ji dest da. Malbata wî di sala 1915’an de ji Amedê hate koçberkirin û ew bi xwe li bajarê Qamişlo yê Sûriyeyê ji dayik bû. Di tevahiya jiyana xwe de bi zimanên kurdî, ermenkî û erebî stranên vê xakê striya. Wesiyeta wî ya herî mezin ew bû ku li warê bav û bapîrên xwe, li Amedê were definkirin. Lê belê desthilatdariya AKP’ê ya wê demê destûr neda. Xebatên konservatuara bi navê Aram Tîgran a li Amedê hatiye vekirin jî di serdema qeyûm de hatin bidawîkirin.”    Paylan, ev pirs ji wezîr Ersoy kirin:   “*Ji bo ku bîranîna Aram Tîgran zindî bimîne ku hezkirineke mezin a gelên Tirkiyeyê bo şexsiyeta wî û hunera wî heye, gelo dê hewldaneke we çêbibe?    * Aram Tîgram di wesiyeta xwe de gotibû ku bila li Amedê were definkirin. Gelo hûn çima nahêlin li Amedê were definkirin?    * Ji bo ku navê Aram Tîgran her hebe gelo projeyeke wezîrtiya we heye?”