Ji Bozdag pirsî: Li girtîgehê çima rojê tenê saetekê av tê dayîn? 2022-08-08 15:26:58 EDENE - Parlamentera HDP’ê Tulay Hatîmogûllari têkildarî Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê ku rojê tenê saetek av lê tê berdan pêşnûmepirsek da Meclisê. Hatîmogûllari ji wezîr Bekir Bozdag ev pirs kir: “Li girtîgehê çima rojê tenê saetekê av tê dayîn?”    Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Edeneyê Tulay Hatîmogûllari pirsgirêka avê ya li Girtîgeha Tîpa T a Kurkçuler a Edeneyê xist rojeva Meclisê. Tulayogûllari di pêşnûmeya xwe de wiha got: “Li gel ku li Edeneyê rêjeya germahiyê 35 û germahiya tê hîskirin jî zêdetirî 40 pileyan e, li girtîgehê tenê saetekê av tê dayîn. Lewma girtî nikarin serê xwe bişon û pêwistiyên xwe yên destavê pêşwazî bikin. Divê ev pirgsirêk di zûtirin demê de bê çareserkirin.”   BINPÊKIRINÊN MAFAN   Bi domdarî Tulayogûllari bal kişand ser binpêkirinên li girtîgehê û wiha domand: “Binpêkirinên li girtîgehê tên kirin di raporên ÎHD’ê de jî cih girtin. Di ketina girtîgehê de lêgerîna tazî li girtiyan tê ferzkirin, hejmartina li ser pêyan pê tê kirin, qawîşên girtiyan bi awayekî keyfî tên guherandin, cezayê hucreya yekkesî li girtiyan tê birîn û mafên wan ên herî bingehîn tên binpêkirin.”    ‘EV DU MEH IN AV ÇIMA NAYÊ?’   Hatîmogûllari xwest Wezîrê Edaletê Bekir Bozdag bersiva van pirsên wê bide:    "* Ava girtîgehê çima ev du meh in hatiye birîn? Çima rojê tenê saetekê av tê dayîn?    * Di van rojên germ ên havînê de gelo ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê hûn dê gavekî biavêjin an na?    * Binpêkirinên li girtîgehan ev demekî dirêje di rojevê de ye. Li dijî van binpêkirinan, gelo wezareta we ji bo mekanîzmaya venihêrînê û ji bo pêşwazîkirina daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de dê xebatekî bikin an na?”