7 welatiyên li Wanê hatibûn binçavkirin, hatin berdan 2022-08-08 16:21:24   WAN - Li navçeya Artemêtanê 3 jê zarok 7 welatiyên di 5’ê tebaxê de hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    Li navçeya Artemêtanê ya Wanê di çarçoveya Serdozgeriya Wanê de polîsan di 5’ê tebaxê de bi awayên hemwext bi ser gelek malan de girtibû û 3 jê zarok 7 kesan kiribûn binçavan. Piştî îfadeyên welatiyan li Midûriyeta Polîsan a Wanê temam bû, îro wan derxistin Dadgeha Wanê. Piştî îfadeyên li dozgeriyê her 7 welatî jî hatin berdan.