Yanik a AKP’î îtîraf kir: Em li Sûriyeyê ji bo ku kurd statuyekê bi dest nexin şer dikin 2022-08-08 19:32:42   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîra AKP’î Derya Yanik, diyar kir ku ji bo kurd statuyekê bi dest nexin şer dikin, ji ber vê yekê 5 milyon penaberên sûriyeyî anîn Tirkiyeyê û îtîraf kir ku armanca wan ew e van penaberan li bajarên kurdan bi cih bikin.    Di demeke ku tifaqa AKP’ê û MHP’ê ji bo planên êrişkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hewl dide destûrê ji Amerîka û Rûsyayê bigire de, Wezîra Xizmetên Civakî û Malbatê ya AKP’î Derya Yanik di çarçoveya bernameya xwe ya Edeneyê de di serdana xwe ya li Taxa Kîremîtxane ya navçeya Yuregîrê de li ser kesekî ji nifûsa sûriyeyiyan gazin kir, axaftinên ku di asta îtîrafan de kirin.    Wezîr Yanik bi van gotinan kurd hedef girtin: “Têkildarî sûriyeyiyan serokkomarê me her tim dibêje, dema li wir ewlehî hate avakirin wê ev mirov ji xwe bixwazin biçin welatê xwe, em jî dixwazin lê niha cihekî ku em bişînin nîne li wir. Mesele ne tenê ewlehiya canê sûriyeyiyan e mesele parastina ewlehiya derveyî sînorê me ye. Tirkiye ji ber merhameta xwe li 5 milyon sûriyeyî dinêre lê vê yekê tenê ji ber merhameta xwe nake. Divê ev yek baş bê zanîn. Xeta Helebê, xeta turkmenan a derveyî sînorê me ji mirovên 400 sal in ewlehiya sînorê me diparêzin pêk tê. Ya duyemîn jî niha dixwazin li bakurê Sûriyeyê dewleteke kurdan ava bikin. Em jî hewl didin ku ava nekin. Me ji ev qas mirovan vala hembêz nekirin. Li aliyekî artêşa tirk li aliyê din Artêşa Sûriyeyê ya Azad ji bo li wir dewleteke kurdan neyê avakirin cuda têdikoşin. Wateya avakirina dewleteke kurd a li wir tê wateya ku bakurrojhilatê Tirkiyeyê weke kêrê jê bikî û biavêjî. Piştî ku wir hate paqijkirin wê sûriyeyî jî vegerin mala xwe.” Yanik, îtîraf kir ku li bajarên kurdan guhertineke demografik armanc dikin.      Yanik bi gotina “Xeta turkmenan a li Sûriyeyê ji mirovên 400 sal in ewlehiya sînorê me pêk tînin tê” kurd weke gefekê penase kirin. Gelek bikarînerên medyaya dîjîtal jî bi gotina “nijadperestiyê êdî venaşêrin” bertek nîşanî gotinên Yanikê dan.