‘Divê tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin’ 2022-08-09 17:46:10 EDENE - Hevserokê AATUHAY-DER’ê Nîmet Sezgîn ku bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Kurkçulerê, xwest ku daxwaza girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de bên pêşwazîkirin û got: “Divê tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin.”   Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Hikumxwar û Girtiyan re ya Edene Akdenîzê (AATUHAY-DER) têkildarî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa F û Tîpa T a Kurkçuler a Edeneye li pêş Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê daxuyanî da. Di daxuyaniya ku pankarta “Ji tecrîdê re na, bila daxwazên girtiyên siyasî bên qebûlkirin” hate vekirin de parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari, Hevserokên HDP’a Edeneyê Mehmet Karakiş, rêveberên HDP’ê yên navend û navçeyê û Hevberdevkê DBP’ê yê Herêma Çûkûrovayê Enver Guler û rêveberen wê û gelek kes beşdar bûn.    ‘BILA GIRTIYÊN SIYASÎ BÊN BERDAN’   Hevserokê AATUHAY-DER’ê Nîmet Sezgîn diyar kir ku di serî de tecrîda li Îmraliyê li gelek girtîgehan binpêkirinên mafan ên zêde hene û got: “Girtîgehan eynika rêveberina welatekî ne, nêzîkatiya girtiyên siyasî, dide nîşandan ku welat çawa tê birêvebirin. Ji bo ku çalakiya greva birçîbûnê ku her roj belavî girîgeheke din dibe û her ku diçe zêde dibe bi dawî bibe divê daxwaza girtiyên siyasî bêyî were dereng xistin bên pêşwazîkirin. Divê tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin. Bi taybetî jî girtiyên nexweş û girtiyên pîr ên nikarin di girtîgehê de bijîn divê bên berdan.”   ‘BÊHIQÛQIYAN BIDAWÎ BIKIN’   Sezgîn, da zanîn ku girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê tên ragirtin, ji 14’ê tîrmehê ve li dijî binpêkirinên mafan di çalakiya greva birçîbûnê ya 5 rojan û bidorveger de ne û wiha berdewam kir: “Girtî ji ber ferzkirina lêgerîna nava dev nikarin biçin nexweşxaneyê û mafê wan ê herî bingehîn tê xespkirin. Divê dema sewq û nexweşxaneyan de lêgerîna nava dev bê bidawîkirin. Heke wê rêveberiya girtîgehê bibe berpirsyarê van hemû bêhiqûqiyan.”   ‘CENDERMEYAN PANKART ÇIRAND’   Parlamentera HDP’ê Tulay Hatîmogûllari ku piştî Sezgîn axivî jî bal kişand ser binpekirinên mafan. Cendermeyan, mudaxileyî axaftina Hatîmogûllari kirin, diyar kirin ku ji bo daxuyaniyê destûr nehatiye girtin û cihê daxuyaniyê qada cemaweriyê ye, pankarta di destê girseyê de çirand û hewl da bibin astengên dayîna daxuyaniyê. Her wiha cendermeyan hewl da xebatkarên çapemeniyê yên dîmen dikişandin jî asteng bike.    Girseyê bi dirûşmeya “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” li pêş girtîgehê veqetiyan.