Hat xwestin ku Ergîn Aktaş ê du destên wî tune ne bê berdan 2022-08-13 16:57:34   STENBOL - Li Stenbolê parêzvanên mafê mirovan di hefteya 542’yemîn de çalakiya “Rûniştina F” li dar xist û xwestin girtiyê nexweş Ergîn Aktaş ê astengdar demildest bê berdan.    Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê di hefteya 542’yemîn de çalakiya “Rûniştina F” li dar xist û bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş. Çalakî li ber avahiya ÎHD’ê hat lidarxistin û vê hefteyê bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Enrtîn Aktaş ku her du destên wî tune ne û niha li Girtîgeha Metrîsê ya Tîpa R’yê tê ragirtin.    Di çalakiyê de pankarta “Bila girtiyê nexweş Ergîn Aktaş bê berdan” hat vekirin û dirûşm hatin berzkirin.    AKTAŞ TERKÎ MIRINÊ  TÊ KIRIN    Endama Komîsyona Girtîehan Meral Nergis Şahîn daxuyanî xwend û diyar kir ku her roja ku diçe li girtîgehan binpêkirina mafan zêdetir dibin û xwest binpêkirina mafan û zextên li ser girtiyan bi dawî bibe û girtiyên nexweş bên berdan. Şahîn bal kişand ser rewşa tenduristiya Ergîn Aktaş ê ji sala 2011’an ve girtî ye û nikare hewcedariyê xwe bîne cih û li gel ew astengdar e nexweşiya KOAH û zatûreyê lê eyda bûye. Şahîn destnîşan kir ku Ergîn Aktaş tevî ku raporên Saziya Tiba Edlî jî nayê berdan û bi redkirina berdana wî Aktaş terkî mirinê tê kirin û xwestin Aktaş dmildest bê berdan.