‘Qanûnên xwe bisepînin’ 2022-08-17 13:42:56     AMED - Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan a li Amedê di roja 274’emîn de berdewam kir û malbatan xwestin qanûn werin sepandin.    Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin, di roja 274’yemîn de li ber Saziya Tiba Edlî ya Amedê berdewam kir. Rêveber û endamên HDP, DBP, MED-DER, MEBYA-DER û TUAY-DER’ê piştgirî dan çalakiyê. Malbatan bal kişand ser mirnên li girtîgehan diqewimin û banga berdana girtiyên nexweş kirin.   ‘QANÛNÊN XWE BISEPÎNIN’    Încî Guler a xwişka girtiyê nexweş li ser navê malbatan axivî û destnîşan kir ku ji bo cenaze ji girtîgehan dernekevin ew Nobeda Edaletê digirin û got: “Em dixwazin girtiyên me bên berdan. Her ku girtî di bin kontrola serbestîye de be jî divê berdan. Qanûnên we çi bin, wan bi sepinin.”   Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên "Bijî berxwedana zindana" û "Heq, hiqûq, edalet" bi dawî bû.