Ji 7 jinên HDP’î re doz vekirin: Guhdarkirina muzîka kurdî sûc e 2022-08-17 15:02:43 AYDIN - Li Aydinê derbarê 7 jinên HDP’î ku beriya salek û nîvan piştî hatin binçavkirin û berdan, bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” doz hate vekirin.    Li navend û navçeyên Aydinê di 14’ê sibata 2021’an de 11 jinên endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi serdegirtinên malan de piştî bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatin binçavkirin hatin berdan. Derbarê 7 jinan de doz hate vekirin. Îdianameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Aydinê hate amadekirin, ji aliyê 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Aydinê ve hate qebûlkirin.    Di îdianameya ku bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” Hevseroka HDP’a Aydinê Aysel Batyar Onsel jî di nav de derbarê 7 jinan de hatiye amadekirin de çalakiyên hatine kirin û daxuyaniyên çapemeniyê weke sûc hatine hesibandin. Muzîkên kurdî ku di çalakiyan de hatine guhdarkirin weke delîlê sûc hatin nîşandan. Dîsa roportajên ku jinan dane çapemeniyê di îdianameyê de cih girtin û hate îdiakirin ku jinan bi van roportajan ferman dane.    Danişîna ewil a doza derbarê jinan de hatiye vekirin wê di 11’ê mijdarê de li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Aydinê were dîtin.