Jinan qeyûman şiband ‘waliyên mêtingehiyê’ 2022-08-17 15:06:58   AMED - Ji Komeleya Jinan a Rosa parêzer Elîf Tîrenç Îpek Ulaş diyar kir ku qeyûman peşkê li têkoşîna li dijî tundiyê daye. Ji Komeleya Mafê Mirovan a Jinan Zelal Ayman jî qeyûman şiband “waliyên mêtingehiyê” û banga têkoşîna li dijî vê kir.   Desteya Rêveberiya Xwecihî ya Demokratîk a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi mijara “Rûxandinên qeyûm di qada jinan de û avakirina xeta têkoşîna hevpar" li Şanoya Bajêr a Amedê panel li dar xist. Panel bi axaftinên panelîstan berdewam dike.    ‘DERIYÊN SAZIYÊN JINAN QIFLE KIRIN’    Endama Desteya Rêveberiya Komeleya Jinan a Rosa parêzer Elîf Tîrenç Îpek Ûlaş di panelê de axivî û destnîşan kr ku qeyûman di qadên têkoşîna li dijî tundiyê de rûxandinên mezin çêkirine û got: “Bi ragihandina OHAL’ê re hemû şaredariyên HDP’ê hatin desteserkirin. Îro jî feraseta qeyûm li ser 45 şaredariyan berdewam dike. Li hemû şaredariyên qeyûm danîne ser, deriyê saziyên jinan hemû hatin qiflekirin. Hemû sazî û dezgehên çand û hunerê veguherandin kursên quranê. Veguherandin qadên di bin navê olî de. Navendên şewirê veguherandin kursên quranê. Ev sazî tên maneya girtinê. Her wiha stargehên jinan ên şaredariyan hatin girtin. Polîtîkayek taybet li dijî têkoşîna jinan hat li pêşxistin. Bi tayînkirina qeyûman re tundiya li ser jinan zêdetir bû. Qeyûman kirinên nebaş kirin. Cihek ku jin biçin serî lê bidin, nema û hemû qad hatin girtin. Polîtîkaya qeyûman ew e ku pergala hevserokatiyê dabeş bikin. Bi qeyûman xwestin peşkê li têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan bidin. Lê me berevajî polîtîkayên wan torên xwe ava kirin û têkoşîna me berdewam dike.”     ‘JIN JI QEYÛMAN BAWER NAKIN’    Ûlaş behsa xebatên li dijî tundiyê ku dikin kir û ji rêjeya ji sedî 86 jinan û zilaman ji polîtîkaya qeyûman bawer nakin û piştî qeyûman cihek ku jin biçin serî lê bidin nehatin hiştin û jin diçin serî li baro û sendîkayan didin. Ûlaş destnîşan kir piştî tayînkirina qeyûman jin bi awayek cidî bi tengaviyan re rûbirû mane û qeyûm ji bo tevahiya civakê rûxandinek cidî ye.    ‘DIXWAZIN BI DESTÊ QEYÛMAN TÊKOŞÎNA JINAN LAWAZ BIKIN’    Ûlaş da zanîn ku hikûmet tundiya li ser jinan zêdetir dike. Ûlaş anî ziman ku bi destên qeyûman têkoşîna jinan a li dijî tundiyê hat tunekirin û got: “Fihûş û tiryak bi awayek cidî zêde bûye. Ev wek polîtîkayek dewletê bi taybetî li bajarên herêmê tê kirin. Biçin Rezanê û Sûrê hûnê dîmenên vê yekê baş bibînin û pê re rûbirû bimînin. Jinên ciwan dixin nava fihûşê, tiryakê. Leşker û polîs jî jinan dixin nava vê tora tiryak û fihûşê. Dixwazin îradeya jinan bixînin û têk bibin. Dixwazin civakê dejenere bikin. Êrişî her qadan dikin. Şaredariyên di bin rêveberiya qeyûm de li Sûrê ‘Sûka Hanimeller’ ava kirin. Bi vê yekê dibêjin ‘karê jinan mitbex e, xanima malê ye ew dikare xwarinê çêke’. Dixwazin jinan di malê de tengav bikin.”    ‘QEYÛM WALIYÊN MÊTINGERIYÊ NE’    Ji Komeleya Mafê Mirovan a Jinan Zelal Ayman destnîşan kir ku tayînkirina qeyûman bi siyaseta giştî ya Tirkiyeyê ve girêdayî ye û beriya qeyûman êrişên li ser îradeya jinan dest pê kirin û bi tayînkirina qeyûman re zext û êrişên li ser jinan zêdetir bûn. Ayman diyar kir ku qeyûm pirsgirêka hevpar a her kesî ye û divê li dijî vê têkoşînek hevpar bê dayîn. Ayman qeyûmên hatine tayînkirin şiband “waliyên mêtingehiyê” û wiha got: “Ev dewlet dibêje ‘ez mêtingeh im, ev der mêtingehiya me ye, ez walî tayînî ser we dikim’. Bi vî awayî waliyan tayin dike. Ev feraseta ‘tu tune yî, ez heme’ ye. Divê li dijî vê yekê zimanê kurdî bê parastin. Divê em ji bo zimanê xwe têbikoşin. Lazim e em kurdî zindîtir bikin. Divê em têkoşîna jinan a ji bo kurdî her tim derxin pêş. Lazim e em mafên çadnî û ziman her tim li pêş bigtirin. Em bi nirxên xwe dizanin. Ez di wê fikre de me ku jinên kurd dikarin li ser ziman û çanda kurdî kargehan li dar bixin.”    Ayman da zanîn ku qeyûm di heman deme de polîtîkayên asimîlasyonê li ser kurdan disepînin û pêşniyazî HDP’ê kir ku li dijî polîtîkaya asimîlasyonê panel û civînan li dar bixe.    Panel bi axaftina panelîstên din didome.