Malbatên girtiyan li dijî tundiya polîsan serî li ÎHD’ê dan 2022-08-17 15:34:50   STENBOL - Malbatên girtiyan ku di êrişa polîsan de birîndar bûbûn serî li ÎHD’ê dan. OHD jî got ew ê têkildarî van êrişan pêvajoya hiqûqî bişopînin.    Malbatên girtiyan ên ku li Stenbolê Nobeda Edaletê didomînin, di 13’ê tebaxê de xwestin li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Bahçelîevlerê çalakiya xwe ya heftane li dar bixin. Polîsan êrişî çalakiyê kiribû û malbatên girtiyan bi tundiya polîsan re rûbirû mabûn. Malbatan li avahiya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist. Malbatên girtiyan û gelek nûnerên saziyên civakî û siyasetmedar tev li bûn.    DI HER ÇALAKIYÊ DE TUNDÎ LI WAN TÊ KIRIN    Ewilî dayika girtî Cemîle Karakaş di civînê de axivî û anî ziman ku çalakiya ew her hefte li dar dixin li dijî zext, polîtîkaya tecrîdê ya li girtîgehan e û daxwaza edaletê dikin. Karakaş destnîşan kir ku hemû çalakiyên ew li dar dixin bi êrişa polîsan re rûbirû dimîne û tundiya li wan tê kirin derketiye asta îşkencekirinê. Karakaş behsa wê tundiya polîsan kir û wiha got: “Wê rojê em çawa gihîştin cihê çalakiyê polîsan dora me girt. Destên me ji paş ve kelemce kirin û pê li stûyê me kirin. Polîs pê li stûyê min kir û digot, ‘ez dewlet im, kes nikare te xelas bike’. Belkî 20 kelemçeyan li destê min xistin. Dem amin birin hundirê otobusê, 9 kelemçe li destê min dan. Di hundirê wesayîtê de îşkence li me kirin. Wê rojê tişta ku hat serê me îşkence bû. Em ji bilî edaletê tiştekî din naxwazin. Tenê daxwaza me edalet e.”    OHD: ÎŞKENCE LI QEREQOLÊ JÎ DEWAM KIRIYE    Rêvebera Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Stenbolê parêzer Necla Mizgîn Argiş jî ew rewşa malbatên girtiyan pê re rûbirû mane parve kir û anî ziman ku îktidar mafên herî demokratîk ên welatiyan jî asteng dike. Argiş da zanîn ku ji cihê çalakiyê heta qereqolê îşkenceya li dijî malbatan berdewam kiriye û 5-6 saetan destê wan kelemçekirî maye. Argiş diyar kir ku ew ê pêvajoya hiqûqî ya êrişên li dijî malbatan tê kirin bişopînin û xwest her kes li dijî neheqiyên îktidarê li gorî hiqûqê dengê xwe derxe.    ‘BI GIŞTÎ HER KES DENGÊ XWE DERXE’    Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum jî axivî û destnîşan kir ku ji bo îşkence û zextên li girtîgehan tên kirin li derve nebe rojev îktidar her cûre rêbazên êrişan û zextan pêk tîne û bi taybetî ji bo rewşa girtîgehan nebe rojev îktidar di nava hewldanek taybet de ye. Gulum xwest her kes bi awayek giştî li dijî êrişên ser malbatên girtiyan û zordestiya li ser girtiyan dengê xwe derxe.    Piştî axaftinan malbatên girtiyan ji bo mafê wan hatiye binpêkirin serî li ÎHD’ê dan.