Rapora Girtîgeha Îskenderûnê: Mafê tedawiyê yê girtiyan tê astengkirin 2022-08-17 15:50:11   HATAY - Şaxa ÎHD’a Îskenderûnê rapora ku têkildarî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Îskenderûnê aşkere kir. ÎHD’ê diyar kir ku mafê tedawiyê yê girtiyan tê astengkirin û da zanîn ku ji ber xwarin ne baş in û bihayên kantînê bilind in girtî nikarin bitendurist xwarinê bixwin.   Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îskenderûnê, rapora ku têkildarî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê diqewimin amadekiriye, aşkere kir. Parazvanên mafên mirovan û HDP’î tev li civîna ku li avahiya komeleyê hate lidarxistin bûn. Endama Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHD’ê parêzer Mehtap Sert, diyar kir ku wan hevdîtinên bi girtiyên siyasî û edlî yên li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê dimînin kirine rapor û da zanîn ku li girtîgehê dermanan nadine girtiyên bi nexweşiyên kronîk û ji ber bijîşkên li revîrê bêyî nexweş bibînin dermanan dinivîsin pirsgirêkan dijîn. Sert, diyar kir ku girtî sewqî nexweşxaneyê nayên kirin, dema hatin kirin jî dermanên ku bijîşkên pispor nivîsandine nadin girtiyan.   ‘BINPÊKIRINÊN MAFAN RÊZ KIRIN’   Parêzer Sert bi lêv kir ku bi girtiyên siyasî, edlî û LGBTÎ+ re hevdîtin kirine û da zanîn ku girtî bi tundiya fîzîksel, psikolojik û ekonomik re rûbirû mane. Sert, anî ziman ku zêdebûna bihayê kantînê, ligel pirsgirêka xwarinê ya demdirêj bûye sedem ku girtî zeîf bibin. Sert, bi lêv kir ku ji ber zêdebûna buhayên kantînê û guhertina buhayê kantînê û fatûrayên ceyranê nikarin xwe bigihînin xwarinên bingehîn û pirsgirêkên ku girtî dijîn rêz kirin.   ‘TU MAFÊ WAN Ê CIVAKÎ NÎNE’   Sert, da zanîn ku di hevdîtinê de girtiyan gotiye nameya normal bi 5 lîreyan tê şandin û ji sedî 80 nagihin cihê xwe, APS 30 lîreyan tê şandin, bihayên kantînan her tim tên guhertin û ji serê girtî 100 lîre fatoreya ceyranê tê girtin. Sert destnîşan kir ku Serkan Dûrsûn bi sandalyeya biteker jiyana xwe didomîne û girtiyê bi navê Cebraîl Ancar ji tu mafên civakî sûdê nagire, rojnameyên yenî yaşam, evrensel û bîrgunê nadin wan, qawiş bi awayekî keyfî tê gerandin û tedawiya girtiyên nexweş nayê kirin û mafê wan yê tedawiyê tê astengkirin.   DEMA DIRANÊN WÊ KIŞANDIN LAMA WÊ ŞIKEST   Sert, da zanîn ku girtiya LGBT+ ya bi navê Ş.Y. li odeyeke 4 kesan dimîne û wiha berdewam kir: “Tena serê xwe derdikeve cihê hewadarkirinê. Ji xebatên civakî sûdê nagire. Hatiye asta ku nikare li xwe binêre. Lingên wê birîn bûne. Nikare li ser piyan bisekin. Ji ber ku nikare biçe qata duyemîn hemû tiştên wê li qata yekemîn in. Tevî ku rapora wê ya divê di tîpa R de were razandin heye jî sewqa wê nayê kirin. Di nêzîkatiya rêveberiya girtîgehê ya li dijî wê de tundiya psîkolojîk heye.”    DERMAN NAYÊN DAYÎN   Sert, diyar kir ku girtiyê edlî V.T ji sedî 75 çavê wî yê rastê nabîne, dema ku divê ji ber pirsgirêka xwe ya xalxalkê ultrasonê bikişîne ew ranekirine nexweşxaneyê û tevî ku nexweşiya astimê pê re heye jî dermanê wî nehatine dayî. Sert, da zanîn ku girtiyê bi navê N.Û. di lîsteya girtiyên nexweş de ye û ji ber bi ÎHD’ê re hevdîtin kiriye sewqî psîkolog nehatiye kirin.    Sert, diyar kir ku girtiyê LGBTÎ+ yê bi navê E.G ji aliyê dadgehê ve şandine Girtîgeha Psîkiyatriya Ewlehiya Bilind a Enqereyê û mehekê li wir maye û dermanên ku li vir dane girtiyê nexweş ji aliyê doktorê revîrê ve nehatine dayîn.