57 girtiyên edlî yên av xwestin hatin sewqkirin 2022-08-17 15:55:32   EDENE - Li Girtîgeha Tîpa T ya Kurkçuler ên Hejmara 1 û 2'yan 57 girtiyên edlî ku ji ber ku av xwestine, derbarê wan de bi hêceta "hewldana serhildanê" lêpirsîn hat destpêkirin û wan sewqî girtîgehên cûda kirin.   Girtîgeha Kurkçuler a Tîpa T ya bi Hejmara 1 û 2’yan ji roja vebûye heya niha ji ber binpêkirina mafan ji rojevê dernakeve. Malbatên girtiyên edlî yên di Girtîgeha Kurkçuler a Tîpa T ya Hejmara 1 û 2’yan de tên ragirtin xwe gihandin ajansa me û anîn ziman ku li girtîgehê 4 meh in rojê saetekê av tê berdan û girtî hefteya derbasbûyî ji bo ku li deriyan xistine û gotine “em avê dixwazin” derbarê 57 girtiyan de lêpirsîn hatiye destpêkirin û wan bêyî daxwaza wan sewqî girtîgehên cuda kirine.   Malbatên girtiyan derbarê bûyerê de wiha gotin: “Nanê hikûmxwaran ji 2’yan daxistin 1’ê û xwarin gelek xerab in. 4 meh in ku av rojê saetekê tê berdan. Hikûmxwar nan û avê ji kantînê dikirin. Wan sewqî revîr û nexweşxaneyê nakin. Tenê ji ber ku av xwestinê bêyî îfadeyên wan bên girtin wan sewqî cihên ji Edeneyê dûrtir kirine. Derbarê wan de jî bi hêceta ‘hewldana serhildanê’  lêpirsîn hatiye destpêkirin."