DBP’ê, HDP’ê û TJA’yê ‘li dijî şer û mêtingeriyê’ civîna gel li dar xist 2022-08-17 16:50:04   RIHA/ŞIRNEX - Di pêşengtiya DBP’ê, HDP’ê û TJA’yê de li Rihayê bi dirûşmeya “li dijî şer û mêtîngeriyê civaka azad” bi gel re civîn hate lidarxistin. Parlamenter Omer Ocalan ê di civînê de axivî, wiha got: “Ji bo desthilata xwe bidomînin xwîn dirijînin. Li dijî vê em bi gelê Kobanê re ne.”   Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad bi dirûşmeya “li dijî şer û mêtîngeriyê civaka azad” li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî bi gel re civiyan. Parlamenterên HDP’ê yên Rihayê Ayşe Surucu Û Omer Ocalan, Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Rihayê, endamê Meclîsa DBP’ê Salîh Mevalî û gelek kes tev li civînê bûn. Cîvîn bi rêzgirtina ji bo bîranîna kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, dest pê kir.   Endamê Meclîsa DBP’ê Salîh Mevalî yê di civînê de ewilî axivî, li dijî şer û mêtîngeriyê pêşkeşiyek kir û endamê berê yê Meclîsa DBP’ê Mehmet Candemîr (60) ku dema li Girtîgeha Tîpa L a Espiyeyê ya Gîresûnê dihat ragirtin, jiyana xwe ji dest da, bi bîr anî.   ‘BERXWEDAN MEZIN DIBE’   Hevseroka HDP’a Rihayê Aliye Kizildamar a du re axivî jî destnîşan kir ku li dijî şer û metîngeriyê kevneşopiyeke berxwedanê heye û diyar kir ku kurt bi dostên xwe re her tim li ber xwe didin. Kizildamar, qal kir ku siyasetmedara kurd Aysel Tûglûk a nexweşiya demansê pê re nehate berdan û wiha got: “Jin her roj rastî bêhiqûqiyê tên. Emîne Şenyaşar ev 527 roj in li ber edliyeyê li benda edaletê ye. Hiqûqa li vî welatî di nava rondikên Dayika Emîne de veşartî ye. Navê vê hiqûqê çi ye? Ji bo ku ku kurd xwe bi xwe bi rê ve bibin her tişt tê kirin. Di 19’ê tebaxa 2019'an de li şaredariyên ku vîna gel in, qeyûm hatin tayînkirin. Berxwedana li dijî van qewimînan roj bi roj mezin dibe . Bêguman wê azadî were ser vê axê.”   ‘KURD ŞER NAXWAZIN’   Piştî axaftinan sînevîzyona li dijî şer û metîngeriyê ku hate amadekirin hate pêşkeşkirin. Dû re parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan ê axivî, destnîşan kir ku gelê kurd li dijî neheqiyên ku pê re rû bi rû dimîne her tim li ber xwe daye û wiha got: “Berxwedan di dîroka gelê kurd de xwedî cihekî girîng e. Kurd her tim hatine înkarkirin, asîmîlasyon li wan hat ferzkirin. Zarokên vî gelî li dijî zilma ku Plana Islahata Şark pêk anî serî hildan. Ji bo ku dawî li mêtingeriya li dijî kurdan were berxwedanek dane destpêkirin. Em şer naxwazin. Bêtehemuliya kesên li Rojava şer dikin, kurdbûna wan e. Ma mafê gelê Kobanê nîne ku bi ziman û statuya xwe bijî? Dibêjin em ê statûya kurdan qebûl nekin. Kurd û dostên wan şer naxwazin. Divê helwesta vî gelî bê qebûlkirin. Dostên Kurdan jî hene. Tevgera azadiyê xwedî polîtîkayeke gerdûnî ye. Îdîayên wan hene, berdêla demokrasiyê ji bo hemû gelan didin. Ciwanên vî gelî ji bo vê jiyana xwe ji dest didin. Em ê xwedî li têkoşîna wan derkevin.”   ‘EM LI CEM GELÊ KOBANÊ NE’   Ocalan, ê got ‘em ê li dijî şer bisekinin’ wiha berdewam kir: “Em li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne. Bi hezaran mirovan jiyana xwe ji dest da. Ji bo aştiyeke birûmet divê şer bi dawî bibe. Kes ji şer hez nake. Îdiaya me ye mezin e. Ji bo ku desthilata xwe bidomînin xwînê dirijînin. Li dijî vê em bi gelê Kobanê re ne. Divê em bi gelê Kobanê re bibin yek. Em li dijî aştiyeke birûmet têkoşîna xwe mezin bikin. Serkeftin wê bibe ya gelan.”   ‘BIJÎ BERXWEDANA ROJAVA'    Civîn bi gerandina govendê ya bi stranên Hozan Şervan bi dawî bû. Di dema gerandina govendê de her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” , “Bijî berxwedana zîndanan” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.   ŞIRNEX   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Şirnexê bi dirûşmeya "Li dijî mêtingeriyê azadiya civakî” li hêwana dewatê ya Mîr şahiyek li dar xist. Parlementerên HDP’ê yên Şirnexê Nuran Îmîr û Huseyîn Kaçmaz û Meclîsa Dayikên Aştiyê, TJA, rêxistinên HDP’ê yên navend û navçeyan û gelek welatî tev li şahiyê bûn.   Bername bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir.   Piştre Hevserokê HDP’ê yê Şirnexê Abdullah Gungen axivî. Gungen anî ziman ku ew ê li her qadên jiyanê têkoşina xwe mezin bikin û wiha got: "Roj di bin em xemgîn in, roj dibin em keyfxweş in. Têkoşina me ya azadiyê wisa ye. Em vê kelacana xwe ji dayikên xwe û ciwanên xwe digirin. Bedela wê çi dibe bila bibe em ê dev ji daxwaza azadiyê bernadin.”   ‘TÊK ÇÛN’   Piştre parlementerê HDP’ê Huseyîn Kaçmaz axivî. Kaçmaz jî bal kişand li ser politîkayên ku dewlet li ser gelê kurd dide meşandin û wiha axivî: "Hişmendiya metingeriyê beriya niha gotibû 'me xeyala azadiyê binerd kiriye’ lê bila vê coşê bibinîn. Xwestin ziman û nasnameya kurd tune bikin. Di çarçoveya vê konseptê de bi dehan komkujî pêk anîn. Lê vî gelî li hemberî dagirkeriyê serê xwe netewand. Îro polîtîkayên wan ê şer dibe sedema mirinan. Bi salan e gelê kurd aştiyê dixwaze. Lê ew aqlê ku beriya niha dixwest gelê kurd tune bike di şer de israr dike. Ew hişmendiya ku dixwest gelê kurd tune bike hê bi heman daxwazê tevdigere. Ew ên dixwestin ku gelê kurd tune bikin îro di dîplomasiyê û aboriyê de têk diçin. Gelê kurd bi serketî ye û wê bi ser jî bikeve. “ "   ‘POLÎTÎKAYÊN ŞER ARAMIYÊ NAYNE’   Kaçmaz diyar kir ku wê gelê kurd li hemberî polîtîkayên şer serê xwe netewîne û wiha domand: "Bi Peyama Lozanê gelê kurd wekî nasnameyekê qebûl nakin. Ew ê ku dixwestin gelê kurd di zindana Amedê de bêhêvî bihêlin têk çûn. Gelê kurd her tim xwedî li vîna xwe û tekoşîna xwe derdikeve. Di polîtîkayên şer de israr dikin. Em jî dibêjin em jî israr dikin û heta ku hûn gelê kurd qebûl nekin em ê nesekinin. Heger gelê kurd nebûya wê DAIŞ çi bikira? Wê hişmendiya metinger çi qas di tunekirinê de israr kiribe, gelê kurd jî ew qas serkeftî ye. Israra di polîtîkayên şer de  aramiyê nayine Tirkiyeyê."   Piştî axiftinan şahî bi govendgirtinê bi dawî bû.