Ji bo piştevaniyê serdana çalakiya nobeta GOÇÎZDER’ê kirin 2022-08-17 17:22:18   STENBOL - ÎHD’ê û TÎHV’ê ji bo piştevaniyê serdana GOÇÎZDER’a ku ji bo endamên wan bên berdan dest bi çalakiya nobetê kiriye, kirin û bang li herkesi kirin ku di nava piştgiriyê de bin.     Çalakiya nobetê ya bêdem ku Komeleya Çavdêriya Koçê (GOÇÎZDER) li avahiya komeleya xwe ya li Şîrînevlerê bi daxwaza serbestberdana hevserok û endamên xwe daye destpêkirin, didome. Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji bo piştevaniyê serdana nobetê kirin.    Şandeya ku nûnerê TÎHV’ê yê Stenbolê Umît Efe û endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Meral Nergîz Şahîn jî di nav de ji aliyê parêzerê komeleyê Ahmet Baran Çelîk û endamên GOÇÎZDER'ê ve hatin pêşwazîkirin.   Nûnerê TÎHV’ê yê Stenbolê Umît Efe diyar kir ku endam û rêveberên komeleyê hatine girtin û ev jî pêşî li xebatên wan girtiye û wiha got: “Bi awayekî cidî pêşî li xebatên GOÇÎZDER'ê tê girtin. Em di wê baweriyê de ne ku ev xebat bi piştevaniyê dikarin werin kirin. Ev yek nobeta piştevaniyê ye.”    Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê Meral Nergîz Şahîn diyar kir ku wan serdan bi armanca piştevaniyê pêk anîne.  ÎHD û TÎHV ên peyama ku ew ê li dijî hemû zext û polîtîkayên bêhiqûqiyê piştevaniya bi GOÇÎZDER’ê re wê berdewam bikin dan û bang li her kesî kirin ku bi komeleyê re di nav piştevaniyê de bin.