Li Girtîgeha Bunyanê 35 girtî bi koronayê ketin 2022-08-17 17:22:59   ENQERE - 35 jinên li Girtîgeha Jinan a Bunyanê tên ragirtin bi koronayê ketin.   Endama Komîsyona Lêkolînên Mafên Mirovan a Meclisê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fatma Kûrtûlan li ser hesaba xwe ya twîtterê ragihand ku 35 jinên li Girtîgeha Bûnyanê ya Kayseriyê tên ragirtin bi vîrûsa koronayê (Kovîd-19) ketine.    JI WEZARETA DADÊ PIRSÎ   Kûrtûlan di parvekirina xwe de Wezareta Dadê etîket kir û ev tişt gotin: “Tê gotin ku li Gîrtîgehan Bûnyanê de 35 jinên girtî bi koronayê ketine, hinek ji wan rewşa wan giran e, hinek sewqî nexweşxaneyê hatin kirin lê hin girtiyên rewşa wan giran sewqî nexweşxaneyê nehatine kirin. Gelo agahiya we pê heye?”