Derheqê bûyera avêtina gundiyan a ji helîkopterê hêj lêpirsîn nehatiye destpêkirin 2022-09-28 11:40:05 WAN - Artêşa tirk li Şax a Wanê du gundî ji helîkopterê avêtibûn xwarê û welatiyê bi navê Servet Turgut hatibû qetilkirin. Birayê Turgut, Naîf Turgut da zanîn ku ev du sal in derheqê bûyerê de tu lêpirsîn nehatine destpêkirin û wiha got: “Hovîtiyeke wiha nehatiye dîtin lê dozger bersivê nade.”    Hêzên artêşa tirk ên li Şax a Wanê derketin operasyonê, gundiyên bi navên Servet Turgut û Osman Şîban binçav kiribûn û piştre jî ji helîkopterê avêtibûn xwarê. Di encamê de Servet Turgut jiyana xwe ji dest da û Osman Şîban jî bi giranî birîndar bûbû. Bi ser bûyerê re du sal derbas bûn lê derheqê bûyerê de hejta tu lêpirsîn nehatine destpêkirin. Biryara nepeniyê danîbûn ser dosyayê û tevî belge û şahdiên ku Ajansa Mezopotamyayê (MA) derxistin holê jî, derheqê bûyerê de tu pêvajoyeke hiqûqî nehat destpêkirin. Birayê Turgut, Naîf Turgut têkildarî pêvajoya du salan kir.    Naîf Turgut, diyar kir ku zilmeke mezin li wan hatiye kirin û wiha got: “Heke Ajansa Mezopotamyayê ev bûyer parve nekira, dê haya kesekî jê nebûya. Wan, bi hemû dinyayê re ragihand. Em baş pê dizanin ku hovîtiyên bi vî rengî di dîroka mirovahiyê de kêmek caran hatine dîtin. Dewletê hovîtiyeke mezin li me kir. Em her tim dipirsin; gelo em kurd bûn lewma ev bi serê me anîn? Kekê min gundî bû, kedkar bû, li ser karê xwe bû lê ev zilm bi serê wî anîn. Bi ser vê bûyerê re 2 sal derbas bûn lê hêj jî biryarek nehatiye dayîn. Ji ber ku bi navê dewlet, heq, hiqûq û edaletê tiştek li holê nîne. Diviyabû kesên ev îşkence kirin bihatina darizandin û sed sal cezayê hefsê li wan bihata birîn. Ji ber ku ev mirov ji helîkopterê hatin avêtin, hatin îşkencekirin û hemû hestiyên wan hatin şikandin. Hêj niha jî biryara nepeniyê li ser dosyayê heye. Ne agahiyekê didin me û ne jî didin parêzeran. Banga min li tevahiya raya giştî ew e ku bila bo me biedalet tevbigerin.”    DEMA FAÎL LEŞKER BIN...    Bi domdarî Turgut, anî ziman ku tevî hemû hewldan û serlêdanên wan jî di dosyayê de tu pêşketin çênebûne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me gelek caran daxwazname da dozgeriyê lê bersiv nedan me. Li hemberî me dewlet heye lewma deng jê dernakeve. Kesên ev îşkence kirin têkiliya xwe bi dewletê re hene lewma agahiyan nadin. Em li bendê ne ku tiştekî bibêjin bê ka çima ev mirov kuştin. Mafê me ye ku em sedema vê bizanin. Em baş pê dizanin ku di nava bûyerê de leşker hene lewma bersiveke bidin me tune ye. Ji ber ku di nava bûyerê de leşker hene, lêpirsîn nayê destpêkirin û dozger bersivê nadin serlêdanên me. Ji ber ku li welêt ne hiqûq û ne jî edalet heye. Heke li welatekî edalet nebe, tu xêra wê dewletê nagihije hemwelatiyên wê. Mîna dozên Roboskê, Tahir Elçî, Dayikên Şemiyê û hêj gelek dozên din, dê doza me jî bigirin. Di doza me de şahid hene, agahî hene bê ka ev kes çawa birine û çi bi serê wan anîne. Lê kesek cisaret nake vê dosyayê veke. Banga me ya ji bo rayedarên dewletê, dozger û dadgeran ev e; destê xwe deynin ser wijdana xwe da ku edalet pêk bê.”    BANG LI ŞÎBAN KIR: ÇI QEWIMÎ BE VEBÊJE   Di berdewamê Turgut bang li Osman Şîban yê tevî birayê wî ji helîkopterê hatiye avêtin kir û wiha got: “Şahidê herî xurt ê bûyerê, Osman Şîban e û divê tiştên qewimîn vebêje. Tirs, çareserî nîne. Bila Osman Şîban destê xwe deyne ser wijdana xwe û hemû bûyerê vebêje. Bi hev re hatin binçavkirin, bi hev re xistin helîkopterê û bi hev re anîn Wanê. Di rewşeke wiha de mirovek çima naaxive? Heke biaxive dê her tişt zelal bibe. Beriya niha digot; ‘em bi hev re girtin, bi hev re xistin helîkopterê û li me xistin.’ Lê belê piştre got; ‘di dema wan gotinan de hişê min li serê min nebû.’ Çi dibe bila bibe, ji bo ku ev bûyer ronî bibe dive rastiyan bibêje. Encama wê çi dibe bila bibe em ê heta dawiyê mafê birayê xwe biparêzin û dev ji vê dozê bernedin.”    BILA DOSYAYÊ NEGIRIN   Turgut, destnîşan kir rojnamegeran di bûyerê de bedel dan û axaftina xwe wiha qedand: “Rojnamegerên ku ev bûyer kirin nûçe, ji ber ku heqîqet vedigotin ketin girtîgehê. Hemû kes baş dizane ku ji ber ku wan heqîqet nivîsî lewma ketin girtîgehê. Ji ber ku heke ew nebûna, dê kesekî hay ji vê bûyerê nebûya. Divê hemû kes li dijî vê zilmê dengê xwe derxîne. Heke hûn dengê xwe li dijî zilmê nekin, ev zilm dê sibe dusibe li we jî bê kirin. Weke mînak, çapemeniya Tirkiyeyê yek rojê jî ev mijar nexistin rojeva xwe. Çapemeniya cîhanê jî ev bûyer dît lê wan yek carê nedît. Banga min a ji bo tevahiya raya giştî ew e ku vê dozê bişopînin da ku bi ser neyê girtin.”