Akdenîz: Em ê Tifaqa Ked û Azadiyê veguherînin tifaqa gel 2022-09-28 12:00:03 STENBOL - Serokê Giştî yê EMEP’ê Ercument Akdenîz diyar kir ku Tifaqa Ked û Azadiyê bi aşkerekirina deklarasyonê re ji pirsgirêkên bingehîn re çareseriyê pêşkêş dike û bi lêv kir ku ew ê tifaqa gel ava bikin.    “Nexşerêya” ji aliyê Tifaqa Ked û Azadiyê ve bi hezaran mirovên ji beşên cuda yên civakê re di 24’ê îlonê de li Navenda Kongreyê ya Halîçê hat aşkerakirin, ji bo pirsgirêkên bingehîn ên weke pirsgirêka kurd, mafê welatîbûna wekhev a elewiyan, jin, ekolojî û kedê perspektîfeke çareseriyê pêşkêş dike. Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Ercument Akdenîz têkildarî tifaqê nirxandin kirin, rêgezên deklarasyonê destnîşan kirin. Akdenîz destnîşan kir ku deklarasyon destpêkeke baş e û bi lêv kir ku atmosfera li eywanê bi heybet bû û gel xwedî li vê yekê derketine.    ‘PÊŞBIRYARÎ JI HOLÊ RAKIRIN’   Akdenîz, bal kişand ser bandora deklarasyonê ku pêşbiryarî ji holê rakir û got: “Ji aliyê kesên dudilî ve me kêm zêde gotinên ‘gelo ev metna tifaqê wê ji pirsgirêkên mîna laîktî, emperyalîzm, antî emperyalîzm, polîtîkaya derve, pirsgirêka kurd, koçber û jinan re çi bêje’ ji holê rakirin.    CUDAHIYA TIFAQÊ    Akdenîz diyar diyar kir ku kesên ji AKP-MHP'ê veqetiyane nizanin wê bi ku ve biçin û Tifaqa Milet jî wê baweriyê nade û wiha berdewam kir: “Di girseya hilbijêrên ku dengê xwe dane Tifaqa Millet de ferasetek wiha heye; dibêjin ‘Bila em ji rejîma yek zilamî rizgar bibin, li şûna wê Tirkiyeyeke çawa ava bibe, pergaleke çawa ya aboriyê pêk were, demokrasî û azadî wê çawa werin bila were. Gelo ev girse wê bi partiyên rastgir û mûxafazakar ên beriya niha di nava AKP'ê de bûn, serbikeve? Ev zehmet xuya dike. Gelê me xwedî teredûteke bi vî rengî ye.  Li aliyê din tifaqa me di vî alî de xwedî xetên pir zelal û têgihiştineke ku têkoşînê vedixwîne heye. Dema em ji aliyê her du blokên tifaqê ve lê dinêrin, rewşeke li ser devê kêrê xuya dike. Di vir de Tifaqa Ked û Azadiyê weke tifaqeke bibe mifte tê dîtin. Em vê red dikin. Em ne mifte ne. Em dixwazin bibin desthilat. Ji ber vê yekê em dixwazin bibin dengê her beşî û em dixwazin her beş bi me re tev li vê têkoşînê bibe.”   ‘GEL DIBÊ BIBIN YEK’   Akdenîz, diyar kir ku ew weke partî ji bo avakirina tifaqeke berfireh a gel derketine rê û li ser polîtîkaya berfirehkirinê ya tifaqê wiha got: “Di vê tifaqê de divê çîna karker, xizan, gundî, gelê kurd, elewî û yên tune tên hesibandin hebin. Rêya me ya rizgariyê ev e. Wekî din avabûneke bi navê 'Yekîtiya Hêza Sosyalîst' ava bû ku me beriya niha jî nîqaş kiribû. Girîng e, em girîngiyê didin vê. Bila sosyalîst yekitiya hêzan ava bikin. Bi hev re bûn ne tiştekî xerab e, lê tenê bi wê kar naqede. Ji ber vê yekê pêwîstiya me bi tifaqa herî berfireh a gel heye. Gel dibêje 'bibin yek'. Em weke tifaqekê derketin û em dixwazin vê berfireh bikin.”   PIRSGIRÊKA KURD WÊ ÇAWA WERE NIQAŞKIRIN?   Akdenîz, bilêv kir ku ew ê ji Yekîtiya Hêza Sosyalîst, Malêngel (Halkevleri), hemû derdorên sosyalîst, pêşverû û demokratîk randevûyê bigirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ne pêkane e ku em hemû di yek fikrê de bin, ji ber ku em ne partiyekê, tifaqê ava dikin. Lê em tifaqekê ava dikin da ku yekîtiya gel di mijarên herî bingehîn de pêk were, tu astengî li pêşiya vê tune ye. Ji ber vê yekê, divê Tifaqa Ked û Azadiyê, avadaniya Yekîtiya Hêzê ya Sosyalîst, Malêngel û avahiyên din li ser bingeha tifaqeke gelekî berfireh tir li hev bicivin. Heke ev pêk neyê dê bibe heyf. Pêdivîya me bi hinek axaftinê, nîqaşeka biçûk heye. Niha ez dikarim vê ji bo xwe bibêjim; pirsgirêka kurd nikare weke pirsgirêkeke netewekê bê nirxandin. Ji ber ku gelek heye û pirsgirêka mafên gel heye. Dema ku sedsala 2’yemîn a Komarê tê nîqaşkirin, sosyalîst wê gelê kurd çawa nîqaş bikin? Divê em hinekî li ser van tiştan biaxivin. Baş e ku em di nava hevgirtinê de ne, lê têre nake. Pêdiviya me bi yekîtiyeke pir berfirehtir heye ku rê li ber rejîma yek zilamî veke û rê li ber welatekî ku ji karker û kedkaran re ronakbûyî, demokratîk û dewlemend e veke. Ji ber vê yekê em rexne dikin. Ji ber vê yekê ez hê jî bang li Yekitiya Hêza Sosyalîst û partiyên wê dikim. Pêvajo ji me hemûyan dixwaze ku em bibin yek.”    Akdenîz, destnîşan kir ku pirsgirêka kurd bingehîn e û pirsgirêkeke ku ji destpêka komarê û vir ve nayê çareserkirine û wiha domand: “Çavkaniya vê pirsgirêkê feraseta rêveberiyê ye. Lazim e ev nêzîkatiya rêveberiyê biguhere. Ji bo vê jî ne bes e ku mirov bibêje ‘kurd hene’, kurd geleke û divê pêşî ev were qebûlkirin. Gelê kurd bi mafên xwe heye. Bi taybetî daxwaza zimanê zikmakî, dema hûn wan tune dihesibînin wê demê wateya ‘kurd hene’ jî nîne. Ji ber vê yekê, ji bo tirk û kurd bi hev re weke xwişk û bira bijîn, ji bo rê li ber aştiyê veke, divê li ser bingeha welatîbûna wekhev destûreke bingehîn a demokratîk bê avakirin. Divê ev welat ji destûra bingehîn a darbeyê rizgar bibin. Gelê tirk, gelê kurd û beşên din hêmanên damezrîner ên vî welatî ne. Eger mirov van gelan weke nasnameya bindest bihesibîne û wan ji hêmanên damezrîner derxîne, pirsgirêk derdikeve holê. Ya rast, çavkaniya çareseriya pirsgirêkê ji aliyê me ve ewqas zelal e.”   TENÊ NE PIRSGIRÊKA TIRKIYEYÊ YE   Akdenîz ê mezinahiya pirsgirêkê vegot û wiha pê de çû: “Şerekî cîhanê xuya nake, lê belê şerên herêmî bêhtir gengaz in. Rastiya krîza aborî, pandemiyê û şer. Di cîhaneke bi vî rengî de, ya ku wê me bi hev re û bi biratî ji nava vê serdema zehmet derxîne, dibe ku çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd be. Divê em vê bi ser bixînin. Dema netewe dewlet 100 sal berê hatin diyarkirin, sînor hatin xêzkirin û kurd bûn 4 parçe. Dema ku em qala komareke nû ya demokratîk a 100 sal pişt re dikin, divê em vê yekê weke meseleyeke navxweyî ya Tirkiyeyê bi tenê nebînin. Pirsgirêka kurd ne tenê ji bo Tirkiyeyê pirsgirêkeke xweser e, pirsgirêkeke navneteweyî ye. Tişta dikeve berê me divê em bi welatên cîran re polîtîkayên aştiyê biparêzin di hundir de jî bêdudilî em aştiyê biparêzin. Rêya vê yekê jî axaftina ne bi zimanê mîlîtarîzm, şer axaftina bi zimanê aştiyê pêk tê.”   STRATEJIYA HILBIJARTINÊ YA TIFAQÊ    Akdenîz, destnîşan kir ku beriya hilbijartinan divê li ser bingeha tifaqeke xurt tevgera gel were pêşxistin û destnîşan kir ku beriya hilbijartin û dema hilbijartinê dibe ku serdema Rewşa Awarte ya fîîlî hebe. Akdenîz, diyar kir ku di pêvajoyên têkoşîn û hilbijartinê de ew ê gel bê vebijêrk nehêlin û got: “Hê hilbijartin nehatiye aşkerakirin, salname hê ne diyar e. Pêşî salnameyek were ragihandin, namzet û bername werin ragihandin. Piştre Tifaqa Ked û Azadiyê wê bi gel re, bi hemû hêzan re li ser hilbijartinê biaxive. Ji xwe hilbijartin qadeke têkoşînê ye. Dema hilbijartin tê ragihandin em weke EMEP’ê rûdinin û helwesta xwe di desteyên xwe yên navendî de diyar dikin. HDP, TÎP û pêkhateyên din rûdinin û helwesta xwe diyar dikin. Piştre weke tifaqê li hev tê û li ser mijara namzetiyê, li ser mijara hilbijartinê, li ser ewlekariya hilbijartinê helwesteke hevpar tê destnîşankirin. Lê divê were diyarkirin ku wê demê pêwîstî bi manîfestoyeke hilbijartinê heye. Ew deklarasyon ne deklarasyona me ya îro ye. Pêwîstî bi manîfestoyeke nû ya hilbijartinê heye.”    HIN ÇALAKÎ WÊ BÊN LIDARXISTIN   Akdenîz, diyar kir ku wan bernameyeke têkoşînê danîne pêşiya xwe û got: “Bawerkirin nîvê serketinê ye, me ji vê bawer kir, lê nîvê din ê serketinê xebitîne. Niha peywireke me heye ku em wê bi rêxistin bikin û pêl bi pêl mezin bikin. Bingeheke me ya birêxistinkirina vê heye.” Akdenîz, diyar kir ku ew ê heta meha Mijdarê li gelek deverên Tirkiyeyê civînên gel, civîn û hevdîtinan pêk bînin û got armanca wan ew e ku fikrên gel bigirin û we tev li tifaqê bikinin. Akdenîz, destnîşan kir ku armanc dikin bi vê rêyê tifaqa gel veguherînin tifaqa gel û anî ziman ku wê herkese vexwînin civînên gel.   MA / Ergîn Çağlar