‘Lijneyên Rêveberî û Çavdêriyê xwe weke dadgehê dihesibînin û ceza didin’ 2022-09-28 12:32:23   ENQERE - Berdevka Komîsyona Girtîgehên Navendî ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen da zanîn ku Lijneyên Rêveberî û Çavderiyê xwe weke dadgehê dihesibînin û ceza didin û wiha got: “Divê ev lijne di zûtirin demê de ji holê bên rakirin.”   Rêziknameya Têkildarî Navendên Çavdêrî û Dabeşkirinê û Nirxandina Hikûmxwaran a Wezareta Edaletê di 29’ê kanûna 2020’an de di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Lijneya Rêveberî û Çavderiyê ku di destpêka sala 2021’an de kete meriyetê û ji serokê midûrê saziyê, midûrê duyemîn ê ji çavdêrî û dabeşkirinê berpirsyar, karmendê rêveberiyê, bijîşkê girtîgehê, psîkiyatrîst, psîkolog, personeleke ji peywireke din a li serwîsa alîkariya psîko-sosyal peywirdar, mamoste, serkarmendê girtîgehê û peywirdarekê teknîkê yê ji hêla midûrê girtîgehê ve hatiye hilbijartin pêk tê. Ji ewil her 6 mehan carekê derheqê hemû girtiyan de raporê amade dikin bê ka “rewşa wî baş e yan na” lê piştre ev rapor her 3 mehan carekê amade kirin. Lê belê bi guhertina rêziknameyê re li gelek girtîgehan derheqê girtiyan de bi sedemên pir sosret rapora “rewşa wî baş nîne” amade dikin, cezayên disiplînê yên çend sal berê weke hincet nîşan didin û bi vî awayî jî înfazên girtiyan dişewitînin û nahêlin bên berdan.    Li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê di nava mehekê de înfaza 6 girtiyan hat şewitandin. Girtiyên bi navên Erdal Tuncel,  Abdulselam Ozbek, Adnan Karataş, Mehmet Şîrîn Bozçali, Mehmet Denîz Guzel û Îbrahîm Engîn, ji ber raporên Lijneya Rêveberî û Çavdvêriyê, nekarîn ji mafê xwe yê berdana bi şertê kontrola edlî sûd bigirin. Di heman demê de bi sedema ku 3 caran cezayê hucreyê lê hatiye birîn, înfaza zêdetirî 30 girtiyan hat şewitandin û bi vê yekê re cezayê wan derket 36 salan.    Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê Ji bo girtiyên ku mafê wan ê berdana bi şertê kontrola edlî hatiye binpêkirin jî hincetên weke “av û ceyran bi teserûf bi kar ne anîn”, “beşdarî çalakiyên rêveberiya girtîgehê nebûn”, “car bi car li gorî qeydeyên rêveberiyê tevnegeriyan”, “bi serwîsa psîko-sosyal re hevdîtin nekirin” û “bi awayekî qismî li gorî plana razanê tevnegeriyan” nîşan dan.    Her wiha Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ya Girtîgeha Trabzonê ji bo girtiyekî 6 mehan rapora “rewşa wî baş e” nivîsand lê ji ber ku di dema berdana bi şertê kontrola edlî de pirseke lijneyê weke “mafê azadiya xweîfadekirin û raman” bersivandiye, 3 mehan cezayê wî hat taloqkirin. Di hevdîtina duyemîn a heman girtî de jî lijneyê got; “di dema lêgerînê giştî û qismî de û di dema hejmartinê de her çiqas bo xebatkaran astengî dernexistibin jî, ji bo alîkariyê hewl nedaye. Piştî hatine hikûmxwar heta niha di çarçoveya tevdîrên Kovîdê de 8 caran odeya wî hatiye guherandin. Hikûmxwarî deynê xwe yê ceyranê da ye lê di mijara bi kar anîna avê de em baş piştrast nebûn bê ka biteserûf tevgeriya ye yan na.” Cezayê wî 3 mehan taloq kirin.    ‘XWE WEKE DADGEH DIHESIBÎNIN’   Hevberdevkê Komîsyona Girtîgehên Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) Nûray Çevîrmen têkildarî sepana şewitandina înfazan û sedemên wê axivî. Çevîrmen da zanîn ku Lijneyên Rêveberî û Çavdêriyê xwe weke dadgeh dihesibînin û tevdigerin û wiha got: “Heta bi ser dadgehan re tevdigerin û mafên girtiyan ên berdana bi şertê kontrola edlî binpê dikin. Lewma bi sedan girtî mexdûr bûne. Biryarên lijneyê bi zanebûn dereng ji girtiyan re tên ragihandin. Lewma jî gelek girtî nikarin pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin. Li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê derheqê nêzî 200 girtiyan de bi heman sedeman rapora ‘rewşa nebaş’ hatiye amadekirin. Heke dema berdana wan bihata, dê nekariyan derkevin.”   ZEXTA ‘POŞMANTIYÊ’   Bi domdarî Çevîrmen anî ziman ku hincetên weke “av û ceyran biteserûf bi kar ne aniye” tên nîşandan û wiha pê de çû: “Li tu deverekê cîhanê sûcekî wiha nîne. Neberdana girtiyan a ji ber vê sedemê, bûyereke sosret e. Hûn bi hemû daxwazên rêveberiya girtîgehê bikin jî vêcarê zexta ‘poşmantiyê’ li we ferz dikin. Anku berdan an jî neberdana girtiyekî siyasî ku bi salan di girtîgehê de ma ye, girêdayî ‘poşmantiyê’ ye. Girtiyekî li dijî sûcdariya ‘endamtiya rêxistinê’ serî li AYM’ê da ye. Hêj wan bersiv nedaye lê zexta ‘poşmantiyê’ lê tê ferzkirin. Heke poşmantiyê qebûl bike, ev tê wê wateyê ku endamtiyê jî qebûl dike.”   ‘PEYWIRA WAN EW E KU GIRTÎ JI WIR DERNEKEVIN’   Herî dawî jî Çevîrmen ev tişt anî ziman: “Peywira Lijneyên Rêveberî û Çavdêriyê ew e ku nehêlin girtî ji girtîgehê derkevin. Divê ev sazî bi tevahî ji holê bê rakirin. Li Girtîgeha Boluyê ev 5 sal in tu çalakiyên sosyal nehatine kirin lê ji ber ‘beşdarnebûna çalakiyên rêveberiyê’ ceza tê birîn. Qala tesûrûfa avê dikin lê jixwe sînoreke bi kar anîna avê heye ku girtiyan derbas nekiriye. Bawerim di dawiya dawî de dê bibêjin li ser çavê te biriyên te hene. Li girtîgehan gelek binpêkirin hene.Di nava 9 mehan de 55 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Bi taybet jî divê Lijneyên Rêveberî û Çavdêriyê ku weke ‘dadgehên paralel’ tevdigerin bên tunekirin. Hewceye rêxistinên civaka sivîl bikarin li girtîgehan venihêrînê bikin. Ji ber ku Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê û Saziya Mafên Mirovan û Wekheviyê ya Tirkiyeyê (TÎHEK) di vê mijarê de bes nînin. Li cihekê ku saziya dewletê li saziyeke din a dewletê venihêrînê dike, başbûnek çênabe.”   MA / Berîvan Altan