Bakirhan: Em ê Tifaqa Ked û Azadiyê berfirehtir bikin 2022-09-28 13:33:31 DÎLOK -  Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Tuncer Bakirhan diyar kir ku Tifaqa Ked û Demokrasiyê tifaqeke dîrokî ye û wiha got: “Tifaq, tenê dê ji beşdarên xwe bisînor nemîne. Di rojên pêş de em ê vê tifaqê hêj berfirehtir bikin.”    Endam û Rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Dîlokê taştê da nûnerên Rêxistinên Civaka Sivîl (STO). Taştê, li hotêleke li bajar hat dayîn û li gel Cîgirê Hevserokê Giştî yê ji STO û Partiyên Siyasî Berpirsyar Tuncer Bakirhan, Berdevka Komîsyona Karên Derve ya HDP’ê û Parlamentera Êlihê Feleknas Uca, Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) û Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan, Parlamenterê HDP’ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl, Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Nûsrettîn Maçîn, gelek nûnerên STO, komele û partiyên siyasî yên bajar jî di taştê de amade bûn. Li eywana hevdîtinê pankarta “Ji bo mezinkirina têkoşîna Ked û Azadiyê em tên ba hev” hatibû daliqandin.    ‘EM Ê TIFAQA XWE MEZINTIR BIKIN’   Di hevdîtinê de Tuncer Bakirhan axivî. Bakirhan, got ku HDP ji hêla gel ve hatiye avakirin û wiha domand: “Bernameya HDP’ê ne li navendê lê ji hêla gel ve tê amadekirin. Em bi Tifaqa Ked û Azadiyê re hewl didin bo pirsgirêkên heyî çareseriyekê peyda bikin. Em li rêya demokratîkbûnê digerin. Navnîşana ku em bên ba hev jî mala kedkaran, jinan e. Em di erefeya avakirina  tifaqeke mezin de ne. Em ji bo damezirandina komareke demokratîk ketin rê. Me tifaqeke dîrokî ava kir. Dê tifaqa me tenê bi yên heyî re bisînor nemîne û dê hêj berfirehtir bikin. Em ê her kesên muxalîf û demokrat tev li vê tifaqê bikin. Rêya têkbirina desthilatdariyê, kombûna li ser vê maseyê ye. Tifaqeke din a bi navê milet heye lê di bernameya wan de ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd tiştek nîne. Ji bo demokratîkbûnê tiştek nîne. Ji bo hemwelatiya wekhev tiştek nîne.”   BEŞDARAN PÊŞNIYARÊN XWE KIRIN   Piştî axaftina Bakirhan, Platforma KHK’ê ya Dîlokê, Odeya Endezyarên Xurekê, Komeleya Çepnîlîler, Komeleya Perwerde Çand Tenduristî û Piştevaniyê ya Gundê Tîlkîler, Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal (PSDK), DÎSK Genel Îş, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Partiya Çep a Kesk, Partiya Kedê (EMEP) û nûnerên Komeleya Pirsûsiyan a Rihayê têkildarî perwerde, xurek, KHK’iyan, çandinî, elewî, EYT, teqawidî, mafên mirovan û tifaqan de pirsên xwe kirin û pêşniyarên xwe pêşkeş kirin.    ÇANDINÎ Û PERWERDE   Parlamenterê Rihayê Nûsrettîn Maçîn têkildarî pirsgirêkên hilberîn û xurekê axivî û da zanîn ku tu projeyên desthilatdariyê yên di vê mijarê de nînin. Maçîn, da zanîn ku ji ber guherîna avhewayê bi xetereyên pir mezin re rû bi rû ne û wiha derbirî: “Weke HDP’ê em kooperatîfbûnê esas digirin. Ji bo tenduristî û xurekan jî projeyên me hene. Xurekên nebitendurist nayên kontrolkirin û pergaleke li ser esasê rantê heye. Weke HDP’ê em her mehê bi zimanên kurdî û tirkî bultena çandiniyê derdixînin.” Hevberdevkê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê Omer Ocalan jî pirsên derheqê perwerdeyê de bersivand û wiha got: “Di serdema AKP’ê de derbên giran li perwerdeyê hatin xistin. Zîhniyeta yekperest hat ferzkirin. Her kes ji hev hat cudakirin. Li dijî vê em jî xwedî çareserî ne. Konser tên qedexekirin. Her wiha mijara zimane dayikê heye. Kurdî nirxekî vî welatî ye û divê tirkek xwedî li kurdî derkeve. Perwerde, tenduristî û çandinî tevek girêdayî hev in. Em jî dixwazin van pirsgirêkan li ser bingeha demokrasiyê çareser bikin.”    PIRGIRÊKÊN HERÊMÎ YÊN DÎLOKÊ   Piştre jî Parlamenterê HDP’ê yê Dîlokê Togrul li ser pirsgirêkên bajar axivî û ev tişt anî ziman: “Desthilatdarî, civakê ji hev parçe dike. Têkildarî pirsgirêkên herêman herî zêde partiya me pêşniyazname dane Meclisê. Cara ewil me derheqê pirsgirêkên Dîlokê rapor da Meclisê. Peywira me ew e ku pirsgirêkan bînin ziman. Weke muxalefet em nikarin pirsgirêkan çareser bikin. Dîlokî nikarin tişta hilberandî bixwin, her deverê wê yê xweşik dane ber îmarê. Hasar Bodur li dijî vegurînê ev saleke li ber xwe dide û divê em xwedî lê derkevin. Em hewl didin hemû pirsgirêkên bajar bînin ziman. Em dikarin vê bi hev re bikin. Em dixwazin li ser vê xakê azad bijîn û vî welatî demokratîk bikin.”    ‘NAVNÎŞANA ÇARESERIYÊ HDP YE’   Parlamenter Feleknas Uca jî destnîşan kir ku polîtîkayên şer ên desthilatdariyê welêt ber bi xerabûnê ve biriye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê dev ji vê konsepta şer berde. Hewceye em bi hev re li dijî van êrişan derkevin. Jin her roj rastî êrişan tên. Navnîşana çareseriyê jî HDP ye. Divê em hêj bêhtir li dora HDP’ê bicivin û Rêya 3’yemîn bi hev re ava bikin.”    Piştî axaftinan jî Bakirhan spasiya beşdaran kir û bername bi dawî bû.