Îranê êrişî baregehên partiyên kurd kir: 9 mirî, 32 birîndar 2022-09-28 13:50:02 NAVENDA NÛÇEYAN -Rejîma Îranê bi SÎHA’yan êrişî baregehên partiyên kurd ên li nêzî herêma Zirgiwê û navçeya Koyê kir. Di encama êrişê de 32 kes birîndar bûn û 9 kesî jî jiyana xwe ji dest da.    Rejîma Îranê îro bi Balafirên Bêmirov û Biçek (SÎHA) êrişî 3 baregehên Komeleya Rojhilatê Kurdistanê yên li nêzî herêma Zirgiwê û navçeya Koyeyê kir. Li gorî agahiyan, di encama êrişê de 32 birîndar bûne û 9 kesî jî jiyana xwe ji dest daye.   Endamê Polîtbûroya Rêxistinên Kurdistanê yê Partiya Komunîst a Îranê (Komeleya Komunîst) Hasan Rahman Pena, têkildarî êrişê bi Rojnewsê re axivî û ev agahî dan: “Rejîma Îranê ji serê sibehê ve bi SÎHA’yan êrişî baregehên hêzên Komeleya Rojhilatê Kurdistanê yên li nêzî Silêmaniyeyê dike. Êrişên rejîmê hêj berdewam in.”    LI KOYÊ 4 KES MIRIN Û 14 KES JÎ BIRÎNDAR BÛN   Di heman demê de hêzên rejîmê baregeha Hizba Demokratîk a Kurdistanê ya li navçeya Koyeyê jî bombebaran kir. Midûrê Parastina Sivîlan a Koyeyê Goran Ahmed Simaqe têkildarî êrişê axivî û wiha got: “Ji kesên ji baregeha Hizba Demokrat anîne nexweşxaneyê 4 jê jiyana xwe ji dest dane û 14 jî birîndar hene. Li cihê bûyerê hêj birîndar hene. Em hewl didin xwe bigihînin wan.”    4 ROJNAMEVAN BIRÎNDAR BÛN   Nûçegihanê Kurdistan 24'ê Soran Kamran, gava li navenda giştî ya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) nûçe dişopand bi fuzeyeke li vir ket bi giranî birûndar bû. Li navçeya Koyê ya Hewlêrê jî nûçegihanê malpera nûçeyan Zomê jî di nav de 4 rojnamevan birîndar bûn.    DAXUYANÎ NEHAT DAYÎN   Têkildarî êrişa rejîma Îranê heta niha jî ne rayedarên Herêma Federal a Kurdistanê û ne jî yên Iraqê tu daxuyanî parve nekirine.