Di doza Demokratîk Modernîteyê de “perspektîfa dîrokî” hate destnîşankirin 2022-09-28 14:26:33 STENBOL - Nivîskar Pakrat Estukoglû ku di danişîna doza derbarê Gerînendeyê Karên Nivîsan ê Kovara Demokratîk Modernîte û nivîskarên wê hatiye vekirin de axivî, diyar kir ku nivîsa wî perspektîfeke dîrokî ye.    Danişîna 2’yemîn a doza kovara fikir û bîrdoziyê ya Demokratîk Modernîteyê ku ji ber nivîsên tê de hatine weşandin bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” lê hatibû vekirin, li 30’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hate dîtin. Gerînendeyê ji Karên Nivîsan Berpirsyar ê kovarê Ramazan Yurttapan û yek ji nivîskarên kovarê Pakrat Estukoglu ku di nava kesên tên darizandin de û parêzerên wan Ozcan Kiliç û Sercan Korkmaz di danişînê de amade bûn.   Di danişînê de li ser biryara danişîna beriya niha hatiye dayîn de dosya bi dosyaya kovarê ya di 27’emîn Dadgeha Cezayê Giran de vekirî ye re kirin yek.    PERSPEKTÎFA DÎROKÎ   Nivîskar Pakrat Estukoglû ku di danişîna bi tespîta nasnameyan destpêkir de axivî, diyar kir ku bi “propagandaya rêxistinê” tê sûcdar kirin û da zanîn ku nivîsa di kovarê de hate weşandin perspektîfeke dîrokî ye û têkildarî guhertina civaka Tirkiyeyê ye.    ‘SÛC NÎNE’   Midurê ji Karên Nivîsan Berpirsyar ê kovarê Ramazan Yurttapan, têkildarî dosyaya li 27’emîn Dadgeha Cezayê Giran ku derbarê biryara yekkirinê ya hate dayîn de parastin kir, wiha got: “Gotar bi awayekî giştî nehatine dest girtin. Ji ber kovara fikir û bîrdoziyê de cih cih perspektîfên siyasî tê de cih digirin. Ji ber vê yekê divê gotarên min bi awayekî giştî bigirin dest. Bi vî halî sûc nîne. Ez sûcdariyan qebûl nakim.”   BILA XWEDIYÊN BERHEMAN BÊN TESPÎTKIRIN   Parêzer Ozcan Kiliç û Sercan Korkmaz xwestin ku muwekîlên wan ên parastinên xwe temam kirin ji danişînê bên xelaskirin û xwestin xwediyên berhemên di kovarê de bên tespîtkirin.    DANIŞÎN HATE TALOQKIRIN   Dozgeriyê di berdewama wê de, xwest kêmasiyên dosyayê bên temamkirin. Şandeya dadgehê ku biryara xwe ya navberê aşkere kir, daxwaza parêzeran a ji xelasbûna danişînê qebûl kir, biryara bersûcên ku di dosyaya yekkirinê de nehatin guhdarkirin, bên guhdarkirin da û danişîn taloqî 1’ê sibata 2023’yan kir.