Ji bo Ceylan Onkol bang kirin: Faîlan tespît bikin û lêpirsîneke bibandor bidin destpêkirin 2022-09-28 14:35:54 AMED - STO’yiyan diyar kir ku derheqê qetilkirina Ceylan Onkol de lêpirsîneke bibandor nehatiye kirin û bang li Tirkiyeyê kirin ku kesên berpirsyariya wan di kuştina zarokan de hene tespît bikin û lêpirsîneke bibandor bidin destpêkirin.    Komîsyona Zarokan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê, Hêviyên Rengbireng, Komeleya Pisporên Xizmetên Civakî (Şhuder) û Weqfa Koçberiyê bi boneya salvegera qetilkirina Ceylan Onkol li pêşiya Edliyeya Amedê daxuyanî dan. Endamên Komeleya Jinan a Rosayê û Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Bunyamîn Şeker jî di daxuyaniyê de amade bûn.    Endama Komîsyona Mafên Zarokan a Amedê Eylul Ozgultekîn di daxuyaniyê de axivî û da zanîn ku zaroka 12 salî Ceylan Onkol di 28’ê îlona sala 2009’an de dema li mezraya Xanbaz a Taxa Şenlîk a Lice ya Amedê pezê xwe diçêrand, di encama topa hawanê ya ji herêma leşkerî hatiye avêtin jiyana xwe ji dest daye. Ozgultekîn, diyar kir ku malbata Onkol 15 deqe piştî çûyîna cihê bûyerê agahî dane dozgerî û Qereqola Abaliyê û wiha domand: “Tevî vê yekê jî cenazeyê Ceylanê 6-7 saetan li erdê ma. Dozger û bijîşkên ku dê otopsî bikira, bi hinceta ku ewlehiya canê wan nîne neçûn cihê bûyerê û malbat neçar ma ku parçeyên keça xwe bi destê xwe kom bikin û bibin Qereqola Abaliyê. Otopsiya Ceylanê jî li baxçeyê vê qereqolê hat kirin. Li ser fermanê, wêneyên cihê bûyerê jî ji hêla melayê gund ve hatin kişandin. Serokatiya Daîreya Laboratuarê ya Polîsên Krîmînalê derheqê mirina Ceylanê de raporek amade kir û got ku dibe mûhîmatekê req bibe sedema mirina Ceylanê.”   ‘RAPOR BOMBEAVÊJÊ NÎŞAN DIDIN’   Ozgultekîn, bi domdarî rapora alternatîf a ji hêla ÎHD û Prof. Dr. Umît Bîçer ve hatiye amadekirin bi bîr xist û got ku di raporê de tê destnîşankirin ku Onkol di encama madeya teqemeniyê de jiyana xwe ji dest daye û dibe ku ev made ji bombeavêjê hatibe avêtin. Ozgultekîn, diyar kir ku dozgerê demê yê ku lêpirsîn didomand di 4’ê nîsana 2013’an de derheqê gumanbarên bûn sedema mirina Onkol ku qet nehatine dîtin de bi sûcdariya “peywira xwe xerab bi kar anîne” lêpirsîn daye destpêkirin lê ev lêpirsîn jî bi bêteqîbatê bi dawî bûye. Ozgultekîn, axaftina xw wiha domand: “Di heman demê de dozgeriyê di 30’ê nîsana 2014’an de di dosyaya lêpirsînê de diyar kir ku muhîmat neguhêr e û nayê zanîn bê ka di demên berê de ji hêla kê ve hatiye avêtin. Bi vê hincetê jî biryara ‘lêgerîna daîmî’ da û dosya girt. Her wiha DMME’yê jî di vê biryara de binpêkirin qebûl nekir.”    'DI 10 SALAN DE 228 ZAROK HATIN QETILKIRIN’   Di berdewamê de Ozgultekîn bi bîr xist ku mîna dosyayên din ên ku gumanbar hêzên ewlekariyê, di dosyaya Onkol de jî ji ber ku faîl hêzên ewlekariypê ne, lêpirsîneke bêalî û bibandor nehatiye destpêkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Polîtîkaya necezakirinê bênavber didome. Mixabin piştî kuştina Ceylanê jî gelek zarokên din hatin kuştin. Li gorî rapora Şaxa ÎHD’a Amedê ku di 2021’an de parve kir; di navbera salên 2011-2021’an de li herêmê herî kêm 228 zarokan ji ber sedemên hêzên ewlekariyê û yên cuda jiyana xwe ji dest dan. Ji ber ku derheqê hêzên ewlekariyê de lêpirsîn nayên vekirin û nayên cezakirin, binpêkirinên li dijî zarokan roj bi roj zêdetir dibin. Banga me li dewletê ew e ku li gorî hemû peymanên neteweyî û navneteweyî tevbigere. Kî dibe bila bibe, berpirsyarê mafê jiyanê yê hemû zarokan jî dewlet e. Divê Tirkiye li gorî Peymana Mafên Zarokan a NY’yê tevbigere û berpirsyariyên xwe pêk bîne. Di çarçoveya berpirsyariyên xwe de; divê di mijara qetilkirina zarokan de li cem zarokan cih bigire û faîlên wan tespît bike û pêvajoyeke lêpirsîna bibandor îdarî û cezaî bide destpêkirin.”