ÎHD’ê binçavkirina xebatkarên Şaredariya Mêrsînê şermezar kir 2022-09-28 14:56:44 MÊRSÎN - Şaxa ÎHD’a Mêrsînê têkildarî binçavkirina xebatkarên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê daxuyanî da û binçavkirin şermezar kir. ÎHD’ê diyar kir ku divê hemû kes li dijî sepanên derhiqûqî dengê xwe bilind bike.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê têkildarî binçavkirina xebatkarên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Hevserokê Şaxa ÎHD’a Mêrsînê Hakki Demîr axivî û diyar kir ku operasyona hatiye kirin parçeyeke operasyona berevajîkirinê ye û di encamê de herî kêm 55 kes hatine binçavkirin.    Bi domdarî Demîr da zanîn ku di nava binçavkiriyan de Serokê Daîreya Çapemenî Weşanê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê Bedrettîn Gundeş jî heye û wiha dirêjî da axafina xwe: “Tevî TRT Haberê bi ser malan de girtin. Ev yek jî têkildarî binçavkirinên din ên haya me jê neyî fikaran di serê me de çêdike. Gelemperî rojnameger, xebatkarên rêveberiyên herêmî û aktîvîstên herêmê hatine binçavkirin. Ev jî nîşan dide ku binçavkirinên heyî di çarçoveya hilbijartinê de hatine kirin û mebesta jê ew e ku dijayetiyê di nava civakê de pêş bixin. Divê dezgehên çapemeniyê yên weke TRT’ê ku nêzî desthilatdariyê ne, dev ji sernavên nûçeyan ên cihêkar bedin. Divê hêzên ked û demokrasiyê li dijî van kesên hewl didin ji cihêkarî, alozî, tarîtî û terorîzekirinê sûd bigirin, piştevaniya xwe bêhtir xurt bikin û bertek nîşan bidin.”   Demîr, herî dawî jî da zanîn ku dê di roja şemiyê saet di navbera 14.00-16.00’an de dest bi nobetê bikin û bang li hemû gel kir ku beşdarî vê nobetê bibin.