Pêşnûmeya Uca ya ji bo Ocalan bi hinceta ‘pirsên divê neyên kirin’ lê hat vegerandin 2022-09-28 15:17:58 AMED -  Parlamentera HDP’ê Feleknas Uca têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêşnûmepirsek dabû Meclisê. Meclisê jî bi hincetên “nêrîna şexsî” û “pirsa ku divê neyê kirin”, pêşnûmepirs dîsa li Uca vegerand.    Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê Feleknas Uca têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Reberê PKK’ê Abdullah Ocalan, bi daxwaza ku Wezîrê Edaletê Bekir Bozdag bibersivîne pêşnûmepirsek dabû Meclisê. Lê belê pêşnûmepirsa Uca ji hêla Serokatiya Qanûn û Biryaran a Meclisê ve bi hincetên “nêrîna şexsî” û “pirsa divê neyê kirin” li Uca hat vegerandin.