Li Bismîlê qeza çêbû: 4 kes birîndar bûn 2022-09-28 15:25:41   AMED - Li navçeya Bismilê qezaya trafîkê çêbû, di encama qezayê de 4 kes birîndar bûn.    Li navçeya Bismilê ya Amedê qezaya trafîkê çêbû. Hate diyarkirin ku dema wesayîtek li herêma Obali li ser rêya bêjahî ya Bismil û Amedê diçû, ji rê derket û teqle avêt. Di qezayê de 4 kesê ku di wesayîtê de bûn birîndar bûn.  Ji bo kesên di qezayê de birîndar bûn welatiyan gazî ambulansê kirin, bi ambûlansên hatin cihê bûyerê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê.    Hate zanîn ku qeza ji ber xebatên rê yên ku tîmên rêyên bêjahiyê dane destpêkirin çêbûye.